Li Êlihê bi sedan welatiyan li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Êlihê nimêja înê kirin. Nimêja înê ji aliyê melayên endamên Komeleya Oldaran (DAD) ve hate kirin û di nimêjê de êrîşa li gel û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk hate şermezarkirin.
Li Sêrtê jî nimêja înê li Garaja Şaredariyê hate kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Sêrtê Seraceddîn Kayran, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û bi sedan welatî tevlî nimêjê bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şinrexê jî nimêja înê hate kirin û di nimêj de bertek li dijî êrîşa polîsan a li dijî gel pêk hat, hate dayîn. Li Silopiyê jî li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê nimêj hate kirin.
Li Amedê jî nimêja Sivîl berdewam kr. Li qada Deriyê Çiyê bi hezaran kes hatin gel hev û nimê kirin. Xutbe bi Kurdî ji aliyê Mele Hadî Koç ve hate xwendin û bi wesîleya salvegera mirina Saîd-î Nursî jiyana wî hat vegotin. Mele Hadî diyar kir ku Nursî kesayeteyek girîngbû. Piştî xutbeyê serokê DÎAYDER'ê Mele Zahît Çîftkuran nimêj da kirin û piştre jî mewlud hat dayin.
Li Bîsmîlê jî li qada ber qada futbolê ya şaredariyê nimêja înê hate kirin. Li Farqînê ya Amedê jî nimêja înê bi pêşengtiya mele Hunsu Çalişici hate kirin. Nimej li navenda Mala şînê hate kirin û gelek kes tevlibûn. Çalişici diyar kir ku divê li hemberî neyar yekitî hebe û kesên zilmkar ji aliyê xweda ve nayê efûkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî li Parka 100. Yil nimêj hat kirin. Mele Huseynê Botî di nimêjê de diyar kir meşruye ku gel ji bo çand, ziman û nirxên xwe têbikoşe. Botî êrîş ali hemberî Ahmet Turk şermezar ki.
Li Wanê jî bi tevlibûna sedan kesî li Otoparka şaredariyê nimêj hat kirin. Mele Cemal Demîr bi Kurdî weaz dan û got dawiya kesên dîktator ceheneme û got ew hesab bidin xweda.
Li navçeya Melezgîrtê ya Muşê j îli avahiya BDP navçeyê nimêj hatkirin. Gelek kes tevli nimêj bûn û nimêj hat kirin.Li Colemêrgê j îli avahiya BDP nimêj hat kirin. Mele Zekî Çîftçî nimêj da kirin. Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî nimêj hat kirin. Serokê BDP a navçeyê jî tevli nimêjî bû û êrîşên li hemberî pîrozbahiyên Newrozê şermezar kirn.
DÎHA/AMED