Fermandeyê YBŞ´ê Hesen Seîd hesen piştî hevdîtina li ser arîşeya li Şengalê ya bi şandeya Bexdayê re got, “Ev bûyera rûdayî ne tesaduf bû, komployek bû. Dibe ku hinek kesayetên di nava artêşa Iraqê de bêyî îrada berpirsên artêşê ev bûyer kiribin.”
ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ROJNEWS / ŞENGAL
Şandeya Bexdayê ku pêkdihat ji rayedarên paye bilind ên artêşa Iraqê li gel fermandeyê YBŞ‘ê Hesen Seîd Hesen, doh li navenda bajarê Şengalê civiyan. Rayedarên artêşa Iraqê di civînê de diyar kir ku ew YBŞ’ê wekî beşekî ji hêzên Iraqê ji bo parastina Êzîdiyan dibînin, herwiha divê danûstandinên di navbera artêşa Iraqê û YBŞ‘ê de werin xurtkirin.
Di 17’ê Adarê de, dema wesayîtekî şervanên YBŞ’ê di nuqteyeke artêşa Iraqê re derbas dibû, artêşa Iraqê wesayît gulebaran kir. Di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Piştî êrişê di navbera Rêveberiya Şengalê û Bexdayê de civîn pêk hat.
Iraq YBŞ´ê weke hêza parastinê dibîne
Doh jî, şandeyeke ji Bexdayê serdana Şengalê kir. Di nava şandeyê de tîma Abdulreşîd Yarallah û Sekreterê Giştî yê Ewlekariya Nîştimanî yê Artêşa Iraqê, Otman Elxanmî cih digirtin. Şande li navenda Şengalê bi fermandarê YBŞ’ê Hesen Seîd Hesen, nûnerên saziyan û serokeşîrên Şengalê re civiya.
Di civînê de hate gotin, ji ber kêmbûna danûstandina di navbera artêşa Iraqê û YBŞ‘ê de vê bûyerê rûdaye. Her wiha di civînê de rayedarên Iraqê diyar kir ku ew YBŞ‘ê wekî hêzeke parastina Êzîdiyan dibînin.
Têkildarî naveroka civînê Berpirsyarê Giştî yê Artêşa Iraqê Otman Elxanmî daxuayniyek da çapemeniyê û got, “Sedema hatina me ya Şengalê ew e ku em li ser rewşa ewlehiyê bisekinin, bi taybetî piştî bûyera dawî rûdayî, em ji nêz ve lêkolînê li ser bikin. Her wiha me fikra hemû aliyan girt. Tişta ku li ser ragihandinê tê gotin, mijar gelek mezin kiriye. Me di civînê de rastiya bûyerê zanî, em ê jî van zanyariyan ji Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re ragihînin. Tişta ku li Şengalê rû dayî ji kêm danûstandina di navbera me û YBŞ‘ê de bû. Me komîsyonek ava kir da ku rastiya bûyerê derxîne holê.”
Çapemeniyê nûçeyên derew belav kirin
Fermandarê YBŞ‘ê Hesen Seîd Hesen jî li ser naveroka civînê axivî û got, beriya sê rojan bûyerek di navbera artêşa Iraq û şervanên YBŞ’ê de li ser sînorê Iraq û Suriyê rûda. Di encama bûyerê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn. Hesen axaftina xwe wiha dewam kir; “Ev bûyera rûdayî ne tesaduf bû, komployek bû. Dibe ku hinek kesayetên di nava artêşa Iraqê de bêyî îrada berpirsên artêşê ev bûyer kiribin. Armanc ji vê komployê ew bû ku di navbera YBŞ’ê û artêşa Iraqê de şerekî derxin. Li ser ragihandinê jî du rojan li serhev zanyariyên şaş belav dikirin ji bo ku îradeya vî gelî bişikînin. Hatina şandeyê ji bo Şengalê ji ber van bûyeran bû. Em wekî hêzên Êzîdî, li Şengalê ti hedefa me nîne ku em li dijî artêşa Iraqê derkevin. Em jî xwe beşek ji Iraqê dibînin. Em dixwazin rewşê aram bikin da ku xelkê me vegere ser axa xwe, ew jî hewl didin ku bûyer mezin nebe û danûstandin di navbera me de bi hêztir bibe.”
Hesen Seîd Hesen, di dewama axaftina xwe de got; “Di civînê de rayedarên artêşa Iraqê diyar kirine ku ew şehîd û berdêlên YBŞ’ê gelek bi nirx dibînin. Herwiha ew YBŞ’ê wekî beşekî ji hêzên Iraqê ji bo parastina Êzîdiyan dibînin. Rayderan diyar kir ku divê danûstandina dinavbera artêşa Iraqê û YBŞ’ê de were xurtkirin.”
Rewş aram e
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî doh bi daxuyaniyekê da zanîn ku rewşa Şengalê aram bûye.
Platformî Hewram jî têkildarî êrişa komên ser bi hikûmeta Iraqê ya li dijî hêzên Şengalê YBŞ’ê şermezar kir û êriş metirsîdar pênase kir û hişyar kir ku mumkin e planeke nû ya komkujiyê li dijî Êzîdiyan hebe. Platformê banga hestiyariyê li civaka Êzîdî kir û bang li ciwanên Êzîdî jî kir ku tevlî nava refên YBŞ’ê bibin.