Meclisa Jinan, da zanîn ku agahî û daneyên ku hatine komkirin nîşan dide ku êrîş bi plan û zanebûn pêk hatiye û kesên aştî û biratiyê naxwazin ev êrîş pêk anîne. Jinan, anî ziman ku kesên ku êrîşa lîncê pêk anîn dixwazin li ser navê gelê Derya Reş vê êrîşê bidin xuyakirin. Jinan, anî ziman ku gelê Derya Reş ji aştiyê natirse û ne berpirsiyarên êrîşê ne û wiha got: "Berpirsiyarê vê êrîşê hikûmeta AKP'ê ku têkoşîna Kurdan a demokratîk ‘terorize’ dike ye. Ev êrîş bi armanca provokasyonan pêş ketiye û dixwazin aloziyan zêde bikin.”
Jinan destnîşan kir ku balkêş e ku heyeta HDK’ê diçe kijan bajarî li wir koma êrîşê tê amadekerin û êrîşên lîncê pêk tîne û wiha bi dawî kir: “Ev dide xuyakirin ku bi plan û zanebûn ev êrîş pêk tên. Em wekî Meclisa Jinan diyar dikin ku ev êrîş di şexsê HDK'ê de li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye. Ev van êrîşan şermezar dikin. Hikûmeta AKP'ê berê di bin navê KCK'ê de operasyon li dijî sendîkayên kedê pêk dianî, niha jî di bin navê DHKP-C'ê de operasyonan pêk tîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Em dixwazin AKP destê xwe ji ser kedê bikşîne û endamên KESK'ê bi lezgînî serbest berde.”
DÎHA/ENQERE