FIRAT TORHILDAN / KÛRTAY LEZGÎN
ANF/BRADOST
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, armanca berxwedana gerîla ew e ku her cûre faşîzmê têk bibe û wiha peyivî: Armanca van êrişan ne tenê gerîla ye, li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê gefa dagirbûnê heye û êriş li dijî tevahiya Başûr in.Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û got, "Armanca van êrişan ne tenê gerîla ye, li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê gefa dagirbûnê heye û êriş li dijî tevahiya Başûr in.“
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn li ser hewldana dagirkirina dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla peyivî.
Dixwazin bi demografiyê bilizîn
Engîn îşaret bi hewldana guherandina demografiyaya Kurdistanê kir û derheqa vê yekê de wiha peyivî: "Dixwazin êrişê bibin ser cografyaya Kurd û demografiyê xira bikin. Êrişên li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê ya 2017’an jî tên zanîn. Di rojekê de destketiyên heyî, hatin desteserkirin. Li ber çavan e, ê ku ev kirî her çendî dewleta Iraqê be jî, rêveberê vê yê esasî faşîzma Tirk e."
Ne beleheq behs dikin
Engîn diyar kir ku xeyala faşîzma Tirk a halî hazir ew e ku sînorên berê yên Osmanî deyne û got, "Ne beleheq e ku faşîzma AKP-MHP’ê tim behsa Heleb, Mûsil, Batûm, Selanîk û Kerkûkê dike."
Her wiha Engîn got, faşîzma Tirk ne tenê ji hêla eskerî ve berê xwe daye Başûr, ji hêla siyasî, civakî ve jî berê xwe daye Başûr.
Ji bo silameta Kurdistanê li ber xwe dide
Engîn got, armanca berxwedana gerîla ew e ku her cûre faşîzmê têk bibe û wiha axivî: "Armanca van êrişan ne tenê gerîla ye, li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê gefa dagirbûnê heye û êriş li dijî tevahiya Başûr in. Berxwedana gerîla hewldana li dijî her cûre faşîzmê ye. Gerîla bi vê bîreweriyê şer dike û li ber xwe dide. Mînaka vê ya herî berbiçav devera Bradostê ye. Li Bradostê gerîla her roj çalakiyan dike. Dîmenên ku di Gerîla TV’yê de derdikevin mînaka vê ya herî berbiçav e. Lê berxwedan divê tenê bi gerîla re sînordar nemîne, divê civak jî li ber xwe bide. Di warê siyasî de bersiva herî baş a li dijî faşîzmê, hilbijartina 24’ê Hezîranê ye. Di warê civakî de bersiva herî baş a li dijî êrişên dagirker, serhildan in. Berxwedana gerîla di demên pêş de zêdetir wê geş bibe û bidome."
Kasim Engîn îşaret bi bêdengbûn û xemsariya Barzanî û PDK’ê li gel êrişên dewleta Tirk kir û got, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê xwedî helwêst bin.
Dijminê xwe bila baş nas bikin
Engîn her wiha got, divê partiyên siyasî yên Başûr rastiya dijminê xwe baş nas bikin û wiha axivî: "Malbata Mele Mistefa Barzanî ji hêla Osmaniyan ve hatiye êsîrkirin, lîderê Neqşîbendiyan û birayê mezin ê Mele Mistefa, Şêx Evdilselam Barzanî li Mûsilê hatiye darvekirin, her wiha Şêx Ehmed dema ku li dijî Iraqê li ber xwe daye, faşîzma Tirk ew radestî Iraqê kiriye. Ti xêra dewleta Tirk ji pêkhateyên Başûr re nîne. Ji bo faşîzmê Kurdê baş Kurdê mirî ye. Ji bo vê divê Kurd bi giştî li ber xwe bidin. Ji bo vê jî hewceyî bi yekîtiya neteweyî heye."