Gelek partiyên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê û îşaret bi girîngiya xwedîderketina bi têkoşînê û yekîtiya neteweyî kir. Çalakgeran jî got, tecrîd û êrişên heyî li dijî tevahiya Kurdistanê ne û bang bersivdayîneke giştî kir.
YNK, Yekgirtû, KKP û PYDKS jî di nav de nûnerên gelek partî û saziyên Kurdan çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Ocalan û wan got, divê gelê Kurd bi 'ruhê yekîtiya neteweyî' têbikoşe û xwedî li berxwedanê derkeve.
Gelek partiyên Kurd xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven pêk tê.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (PYDKS-El Wahde), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KNK û KODAR jî di nav de, heyetek ji Komîteya Dîplomasiya Hevpar a Partî û Tevgerên Kurd çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, ku ev 85 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Bi navê YNK'ê Şêx Şemal, bi navê PYDKS-El Wahde Ebdulbarî Ezo, bi navê KKP'ê Hesen Ozkan, bi navê Yekgirtû Îslamî Aras Şallî, Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Hecî Ehmedî, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Endamê KNK'ê Refîk Gefûr û Serokê Înstîtuya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho di nava heyetê de bûn.
Çalakiyeke fedakar, aştiyane û insanî
Ji berdevkên têkiliyên derve yên YNK’ê, Şêx Şemal ji berxwedêran re axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd. Şêx Şemal destnîşan kir ku bi têkoşîneke hevpar ew dikarin bi pêş ve biçin û got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne ya qebûlkirinê ye.
Nûnerê YNK'ê ragihand ku ew berxwedana greva birçîbûnê gelekî hêja dibîne û anî ziman ku mîna gerîlayên ku di şer de canê xwe feda dikin, berxwedêrên greva birçîbûnê jî bi fedakarî çalakiyê dikin. Şêx Şemal eşkere kir ku ew piştgiriyê didin berxwedêrên ku çalakiyeke aştiyane û însanî dikin û got, pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurd şert e.
Tecrîd gefek e li dijî tevahiya Kurdistanê
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî piştî pêşwazîkirina heyetê got, ew desteka partiyên siyasî yên ji her parçeyên Kurdistanê watedar dibînin û got, tecrîd ne tenê li dijî Ocalan an jî gelê Bakurê Kurdistanê ye, tecrîd gefek e li ser hemû parçeyên Kurdistanê.
Koç çalakiyên hevpar ên li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kobanê û Efrînê bi bîr xist û anî ziman, niha jî girîng e ku xwedî li berxwedana wan bê derketin.
Ne yekbûnê derb li Kurdan xistin
Kardo Bokanî ku di karê dîplomasiyê yê KNK'ê de cih digirt û beşdarî greva birçîbûnê bû, anî ziman ku destek û yekîtiya neteweyî wê bandorê li serketina çalakiyê bike. Bokanî bal kişand ser dagirkirina Kerkûk û Efrînê û got, "Ji ber ku Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neanî, ketin ber dagirkeriyê."
Bokanî ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê jî bang kir.
Xwedî li Berxwedanê derkevin
Endamên heyeta ji partiyên Kurd, piştre daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
Hesen Ozkan bi navê KKP'ê got, "Divê em bibin dengê wan û bi karê xwe yê dîplomasiyê zilm û dagirkeriya dewleta Tirk bêhtir bixin rojeva dinyayê."
Ji PYDKS-El Wahde, Ebdulbarî Ezo jî anî ziman ku daxwaza herî mezin a gel ji partiyên Kurdan, pêkanîna Kongreya Neteweyî ye û got, ev yek wê çareserkirina pirsgirêkên li her çar parçeyan hêsantir bike.
Nûnerê Yekgirtû Îslamî, Aras Şallî jî got, dema ku li parçeyekî Kurdistanê zilm hate kirin, divê li hemû parçeyan bersiv were dayin û bang li mirovahiyê kir ku vî dengê mafdar bibihîze.
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî bi bîr xist ku greva birçîbûnê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê kirin û berxwedana heyî ji yên berê berfirehtir e û bêhtir deng vedaye. Aydar diyar kir ku bi bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê re wê pêşî li aştî û danûstandinan vebe, û diyar kir ku ji bo serketina çalakiyê girîng e ku hemû partiyên Kurd mijarê bixin rojeva dinyayê.
STRASBOURG