Dêrşewî got ku “cîhad” gotineke erebî ye û tê wateya berxwedana di rêya rast de û keda di ber mirovahiyê de. Dêrşewî, bal kişand ku cîhada rast dayîna mal û nefsê ya di şerê li dijî dijminan de ye.
Li ser pirsa “Cîhad kengî rewa ye?” Dêrşewî destnîşan kir ku di dema şer û rewşên awarte de mirov dikarin li dijî cûreyên êrîşan cîhadê bike û parastina têkiliya di nava mirovan de bike. Dêrşewî, got ku ferzkirina olan li ser hev nakeve çarçoveya cîhadê û got: “Îslam cîhadê li ser kesî ferz nake û nabêje ku bi darê zorê tu kesî derbasî îslamê bike. Cîhad li dijî xayîn û kesên peymanan binpê dikin jî tê kirin.’‘
Der barê kuştina mirovan de jî Dêrşewî anî ziman ku nabe mirov bi behaneya cîhadê bêne kuştin û wiha dom kir: ‘’Hin mislimanên zalim hene, misilmanan sor dikin ku mirovan bikujin û bi armanca fitne û tevliheviyê mirovan dikujin. Lê ev li dijî îslamê ye. Di ola îslamê de kuştina mislmanan a bi destê birayê wan hatiye heramkirin.”
Li ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku li dijî gelê Rojava pêk tên jî Dêrşewî got ku êrîşên komên çete li dijî cîhada ola îslamê ne. Cîhad ti carî kuştina mirovan helal nake. Dêrşewî, diyar kir komên çete bi piştgiriya hêzên derve hatine herêmê û tu têkiliya wan bi îslamê û nirxên mirovahiyê re tune ye.
DÊRIK