Cibo, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî di civîna Dîlokê de peyman hat îmzekirin, fermandarên tabûran vegeriyan Sûriyeyê û plana ku li dijî gelê Kurd hatibû dayîn destpêkirin û wiha axivî: “Êrîşa li dijî Kurdan piştî vegera fermandaran a ji Dîlokê dest pê kir. Ji fermandarên ku cihê xwe di êrîşan de girtin û di civîna Dîlokê de amadebûn Şêx Emced Bîtar, Eqîd Fatih Hesûn û Ebû Zahî hebûn. Van li bajarê Reqayê odeya çalakiyan a bi navê ‘Odeya Çalakiyan a Mucahîdina li Gundên Bakur’ saz kirin. Di vê odeyê de gelek tabûr hene, navê Tabûra Heyet Eluma, Ketîbet Ebû Bekir, Cemaeta Fadî Xideyir hatin naskirin. Daxuyaniya endamê meclisa leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê Ebdulcebar El Iqêlî ku dibêje em ê Kurdan tune bikin rastiya planan nîşan dide. Daxuyaniya El Iqêlî piştî civîna Dîlokê hatine dayîn.”
Cibo, da zanîn ku piştî civîna Dîlokê bi 2 rojan komên çete êrîşî bajarokên Til Eran, Til Hasil û gundên Kefer Sixîr, Cih Elasî, Dodiyan, Til Şeîr, Qolsoc, Til Medîq, Til Betel, Nîrbiye, Tiwês, Biric, Til Cerce, Qebasîn û Sed Şehbe ku navendên hêzên El Ekradê têde bûn kirin.
Peymana qirêj
Cibo, destnîşan kir ku di peymana Tirkiye û Artêşa Azad de hatiye plankirin ku di 117 gundên Kurdan ên herêmê de hebûna hêzên Kurd were tunekirin û ger pêwîst bike dê Kurdên herêmê tune bikin. Komên behsa mijarê ku li herêmên din ên rojavayê Kurdistanê têk çûn, dixwazin li wê herêmê di navbera Kurd û ereban de nakokiyê derxin.
Cibo, diyar kir ku heman tabûrên li bajarê Dîlokê civiya ne êrîşî herêma Minbic û Babê dikin.Tabûrên behsa wan tên kirin ev in:
* Dewleta Îslamê Iraq û Şam/El Nusra
* Lîwai El Tewhîd
* Lîwai Ehrar El Şam
* Lîwai Tehrîr Sûriya
* Lîwai El rebî El Erebî
* Tevgera Fecir El Şam
* Lîwai Fetih El Ûla
* Lîwai Asifet El Şimal
* Lîwai Sultan Muhamed
* Mele Îbrahîm
* Artêşa Muhemed
Çeteyên Kurd jî ev in
* Eniya Îslamî ya Kurd
* Komela Kurdî (bi fermandariya Mistefa Bêwar ê ji Efrînê)
* Lîwai Yûsif El Ezma (bi fermandariya Besam Hacî Mistefa )
* Ehfad Selah El Dîn
* Lîwai El Edil
* Tabûra Nuredîn Zenkî (bi fermandariya Tewfîq Şehab)
Cibo, di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku ev komên Kurd ên xwefiroş û êrîşî gundên Kurdan dikin û welatiyên Kurd dikujin û koçber dikin.
Cibo, di axaftina xwe de xaleke girîng jî destnişan kir û ev tişt anî ziman: “Koma bi navê Mele Îbrahîm li Tirkiyeyê hatiye avakirin, di vê tabûrê de serbaz û pisporên tirk cihê xwe digirin, vê komê di êrîşa bajarokê Til Hasil, Til Eran û gundê bejahiya rojhilatê Helebê de cihê xwe girtin û komkujî pêk anîn.”
ANHA/EFRÎN