
Di daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de ev xal hatin destnîşankirin: "Deshilatdariya AKP'ê ya divê di qonaxa duyemîn a Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de gavan biavêje, bi êrîşên rojên dawî re, ketiye nava helwesteke baweriyê dişkîne û gumanan diafirîne. Di dewsa ku li gorî pêvajoyê gavan biavêje de, di nava nêzîkatî, rêbaz û zimanekî ku qet bawerî û hêviyê nade, de ye. Di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de, çêkirina qereqolên nû, avakirina bendavan û zêdekirina hejmara cerdevanan, bi awayekî xwezayî fikar û gumanan li nava beşên cûda yên civakê diafirîne.”
Gel qereqolan naxwaze
KCK’ê ev tişt ragihand: “Gelê Kurd li hemberî çêkirina qereqolan nû nerazîbûna xwe nîşan da. Li gel mafdariya vê nerazîbûnê, ev helwesta gelê Kurd nîşan dide ku çiqasî xwedî li Pêvajoya Çareseriyê derdikeve û ji bo serketina pêvajoyê çiqasî biryardar e. Eger deshilatdariya AKP'ê bi rastî alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk be, divê tavilê çêkirina qereqolên nû, avakirina bendavan û zêdekirina hejmara cerdevanan rawestîne. Gelo mejiyekî desthilatdariyê yê hînê nikare xwe li nerazîbûna demokratîk a gel rabigire, wê bi çi rengî pêvajoya çareseriyê bi rêve bibe! Ji xwe siyaseta demokatîk, ma ne çalakiyên mîna meş û civînan e. Mejiyê ku li Licê ciwanê Kurd Medenî Yildirim kuşt û yê li Enqerê Ethem Sarisuluk kuşt, heman mejî ye.”
Çalakiyên demokratîk
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam kir: “Bi polîtîkayên mîna li Licê hat dîtin, pêvajoya çareseriyê nayê meşandin. Gelê Kurdistanê, bi berdêlê di 30 salên şer de daye, bi lehengî û têgihiştina xwe ya siyasî, bêguman wê zanibe li ber xwe bide. Divê deshilatdariya AKP'ê vê baş bizanibe; gelê Kurd wê teslîmgirtin û bêdengiyê tu carî qebûl neke. Bila herkes bizanibe ku, weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê emê çavên xwe li zextên faşîzan û dijwariya li dijî gelê xwe, negirin. Emê li hemberî vê bêdeng nemînin. Di têkoşîna demokrasiyê de li gel biryardariya çalakiyên demokratîk, her şêweyên êrîşan wê bi pêlên nû yên berxwedanê bên pêşwazîkirin. Pêr li dijî gelê me yê li Amedê zexteke giran hatiye kirin. 3 jê giran 10 Kurdên me yên welatparêz birîndar bûne. Di serî de gelê Amedê, divê tevahiya gelê Kurdistanê li dijî êrîşên deshilatdariya AKP’ê ya gihaştiye asta komkujiyê, li her deverê çalakiyên xwe yên demokratîk-siyasî û rewa mezin bikin. Berî niha bi 20 salan li Madimakê 34 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên giranbuha, ji aliyê hêzên bi teşwîka dewleta Tirk bi xwe, bi hovane hatin kuştin. Ev komkujî di heman demê de komkujiyek li dijî civata Elewiyan bû. Em komkujiya Sêwas-Madimakê careke din lanet dikin û 34 mirovên giranbuha bi rêzdarî bibîr tînin.”
ANF/BEHDÎNAN