
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/Cebhet El-Nusra duh serê sibehê saet derdora 04.00’an de bi tank û çekên giran xwestin ji aliyê Til Xelef ve êrîşî Serêkaniyê bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da êrîşkaran û şerên dijwar derketin.
Hat ragihandin ku di şer de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran hene, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di şer de tangek komên êrîşkar derbe xwar û li cihê pevçûnan maye. Li gorî çavkaniyên YPG’ê komên êrîşkar di bêtêlên xwe de ji hevûdin re gotine ku emîrê wan jî birîndar bûye.
Komên ku nekarîn pêşbikevin topên hawanê avêtin bajêr. Hat gotin ku topên komên çete li Serêkaniya Serxetê jî ketine û di encamê de ciwanek birîndar bûye. Pevçûnan duh heta derengiyên êvarê li ser riya Til Xelef berdewan kir.
Di dema êrîşên çeteyan de gelek gule wan li Serêkaniya Serxetê jî ketin. Duh sibê welatiyê bi navê Ahmet Sayar ê 33 salî jî bû hedefa van guleyan û bi giranî birîndar bû. Sayar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Sayarê ji singê xwe bi giranî birîndar bû piştî mudaxaleya destpêkê ji wir şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Li Serêkaniyê şaredarî bi hoporloran her tim bang kirin ku tu kes ji mala xwe dernekeve. Li navçeyê ji ber pevçûnan jiyan rawestiya.
Li dijî ambulansê êrîşa hovane
Komên çete yên ku hewl dan êrîşî Serêkaniyê bikin û li dijî berxwedana tund windahiyên mezin dan, êrîşî ambulansan kirin. Di encama êrîşê de 2 ajokarên ambulansê jiyana xwe ji dest dan, yek jî birîndar bû.
Duh piştî ku komên çete hewl dan êrîşî Serêkaniyê bikin, ambulansên Heyva Sor a Kurd jî welatiyên di encama topbaranê de birîndar bûne birin nexweşxaneyên Qamişloyê. Ambulansên ku piştre vegeriyan Serêkaniyê di rê de rastî êrîşa komên çete hatin. Di encama êrîşê de ajokarekî ambulansê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Hevyva Sor a Kurd, êrîş di saetên serê sibehê de li nêzî gundê Esediyê yê li ser riya Serêkaniyê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrîşê de ajokarê ambulansê Silêman Cemîl û Xebat Fermê jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye. Ajokarê birîndar rakirin Nexweşxaneya Qamişloyê.
Li Kobanê gelek wendahî dan
Êrîşên komên çete şevê berîn jî li gundên girêdayî Kobanê dom kir. Komên ku xwestin êrîşî gundên Dogurman, İlacax, Iwêna, Qenayê û Çepilwêran bikin rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin. Di pevçûnên ku ji saetên êvarê heta serê sibehê dom kirin de, zêdetirî 14 êrîşkar hatin kuştin, yek dîl hate girtin û 3 wesayîtan derbe xwarin. Di encama pevçûnan de komên êrîşkar neçar man ku xwe ji dora gundan paşve vekişînin. Di pevçûnan de welatiyê bi navê Xelîl Kêlo dema parastina gund dikir, jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din hat ragihandin ku komên êrîşkar ji gundê El Qibbe topên hawanan diavêjin gundên Çaqilwêran û Iwêna. Hat gotin ku topek hawanê di dema avêtinê de dinava êrîşkaran de teqiyaye û emîrekê wan û 3 êrîşkar mirine.
Li Til Ebiyadê jî komên çete ji gundên Camiş û Çelbê topên hawanê avêtin gundê Susikê, lê tiştek li tu kesî nehat.
Li Girkê Legê jî li gundên Girhok û Yusufiyê şevê berîn cih bi cih pevçûnan dom kirin. Hat ragihandin ku li Girhokê wesayîtek doçka hatiye rûxandin.
SERÊKANIYÊ /KOBANÊ
YPG'ê ji welatiyên Ereb tabûrek ava kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajaroka Til Temir tabûra xwe ya 6’emîn a bi navê ‘Şehîd Meter Ebd El-Henan Meter’ bi merasîmekê ragihandin û navenda wê li gundê Ebûş a di navbera gundê Ebû Rasên û Til Temir de vekirin. Hat hînbûn ku piraniya endamên tabûra ‘Şehîd Meter Ebd El-Henan Meter’ ji eşîrên Şerabî û Siyad ên Ereb pêk tên.
Merasîma ragihandina tabûrê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandarên YPG’ê yê Til Temirê Lewend Engîzek axivî û da zanîn ku YPG tabûra xwe ya 6’emîn li Til Temir bi awayekî fermî radigihîne û ev tişt got: “Piraniya endamên tabûra meya nû ji birayên me yên Ereb pêk tên. Parastina pêkhateyên herêmê erka YPG’ê ye. Hêzên YPG’ê her dem amadene ku hemû pêkhateyan biparêzin.” Engîzek, bibîrxist ku deriyê tevlibûna nava YPG’ê li pêşiya hemû pêkhateyên herêmê vekiriye. Piştî axaftina Engîzek merasîm bidawî bû.
ANHA/TIL TEMIR