Êrîşkariya dewleta Tirk li gelek navendên derveyî welat ên Kurd lê dijîn hate şermezarkirin.  Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Rojava û îxaneta PDK’ê protesto kirin. 

GOTEBORG:  Kurdistanî û dostên wan li Parka Brûnn a Goteborg a Swêdê hatin cem hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava çalakiya rûniştinê kirin.

GÄVLE: Li Gavle jî Kurdistanî li Meydana Stortorgetê bi pankartên ‘’Tirkiye komkujiyên xwe rawestîne’, ‘’Bijî berxwedana Rojava’ hildan û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘’Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’’, ‘’Bijî PKK, bijî YPG/YPJ’’, ‘Bijî Serok Apo’’ hatin bezkirin.

OREBRO: Li Orebroyê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî li navenda bajêr hatin cem hev û êrîşên li ser Rojava û Şengalê bi xwepêşandanê protesto kirin. 

BASEL: Li bajarê Baselê ya li Swîsreyê bi pêşengiya Dem-Kurd û Meclîsa Jinan a Basel Ronahiyê gelek kes beşdarî çalakiya li pêşiya parlementoya kantonê bûn.

CENEVRE: Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Postexaneya Navendî hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hate protesto kirin.

LOZAN: Bi banga Dem-Kurdê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hatin protesto kirin.  Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Dêra St. Laûrantê mîtîngek li dar xistin.

BERN:  Nêzî 200 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî li Bern Bahnofplatzê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê protesto kirin. Girseyê bi Kurdî, Tirkî û Elmanî sloganên li dijî dewleta Tirk û Erdogan berz kir.
Piştî xwendina belavokên bi Kurdî, Elmanî û Tirkî çalakî bi dawî bû.

ZURÎH: Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Zurîhê yê li Swîsreyê dijîn bi mîtîngekê êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Ligel barana zêde bi sedan Kurdistanî li ber Meclîsa Zurîhê hatin ba hev û li Rathaûsbruckeyê mîtînga protestoyê li dar xistin. Di mîtîngê de li ser navê PYD’ê Bavê Şêro, li ser navê Dem-Kurdê Hevserokên Navenda Civakî ya Kurd Huseyîn Mamakli û Xalîse Tuzer axivîn.


LINZ: Li Linzê ya Avûstûryayê jî Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk li Parka Schîller şermezar kirin.

OSLO: Li bajarê Osloyê ya Norwecê li ser banga KCDK-E’yê Kurdistaniyan pêr di saet 17.00’an de li pêşiya îstasyona trênê ya Osloyê êrîşên li ser Şengal û Rojava bi mîtîngê şermezar kirin.
Nûnerê PYD û Nûnerê YNK’ê Hîndîrîn Karîn axivîn û êrîş şermezar kirin.

MOSKOVA: Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd a Navnetewî, Otonomiya Federal a Çandî ya Netewî ya Kurdên Rûsya û Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ev êrîşên bi vî rengî sûdê didin terora DAIŞ’ê, kaosê kûr dikin û wekî dî jî xizmetê ji tiştekî dî re nakin. 

LÎMASOL: Bi sedan Kurdistaniyên li Qibrisê û hevkariya dostên wan meşeke geriseyî û mitîngeke protestoyî li dijî êrîşên dijber ên Tirk li ser Rojava û Şengalê organize kirin.Meşê ji buroya Siyovîlos ve ber bi qada şaredariya Lîmasol ve dest pê kir. Li qada şaredariya Lîmansol, gelek axaftin hetin kirin û êrîşên hovane li ser Rojava û Şengalê hatin şermezar kirin. 

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê bi banga PYD-Berlînê Kurdistanî li Brandendûrger Torê civiyan. Di mîtîngê de peyamên hevgirtinê yên ji bo Rojava û Şengalê hatine dayin. 

HANNOVER: Li Hannower a Elman jî bi tevlêbûna NCDKM, PYD, Meclîsa Jinan Ronahî, Ciwanên Azad meşek hate lidarxistin. Kurdistanî li ber stesyona trênê hatin cem hev û heta bi konsolosxsaneya Tirk meşiyan.

HILDESHEIM: Li Hîldesheîmê bi bangda NAV-DEM’ê Kurd derketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Kurd li ber gara trênê hatin cem hev û gotin, ‘’Kujer Erdogan’’, ‘’Bijî Serok Apo’’

FRANKFÛRT: Li Frankfûrt, Meydana Haûpwacheyê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezarkirin.

Mîtîng bi hevkariya NCKD û Meclîsên Jinan pêk hat. 

BONN: Li Bonnê jî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de û êrîşên bi ser Qadên Parastina Medyayê de hatin şermezarkirin.

BIELEFELD:  Li Bîelefeld Elmanya jî bi tevlêbûna sazî û dezgên Kurd û ên çepgir; bi tevlêbûna Elewî,Tirk û Elman, Kurdan mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengalê hatin şermezarkirin.

SIEGEN: Li bajarê Sîegenê yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Pakîze Nayir êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezar kirin. Nêzî 400 kes beşdarî çalakiyê bûn û banga bihistyariyê li raya giştî ya Ewrûpayê kirin.

SAARBRUCKEN: Bi beşdariya bi sedan kesan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava bi mîtîngê hate protesto kirin. Di mîtîngê de bal hat birin ser vî tiştî, îttîfaqa AKP û MHP’ê di referandûmê de têk çûn û ji ber vê ev êrîş kirine û bingeha vê tifaqa wan jî dijmihatiya bi Kurdan e.


DRESDEN: Li Elmanyayê Kurdistaniyên li bajarê Dresdenê û derdora wê li pêşiya Altmarkgalleriyê ya li navenda bajêr hatin ba hev û êrîşên hewayî protesto kirin.

LEIPZIG: Gelek Kurdên ku li Leîpzîgê hatin gel hev êrîşên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin û aliyên demokrat vexwendin berxwedanê. Gelek Elman jî beşdarî çalakiyê bûn û pankartên ku Tirkiyeyê şermezar dike, hatin hildan.

HAMBÛRG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava û Şengalê li Hambûrgê hatin protesto kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya îstasyona trênê ya navendî ya Hambûrgê hatin ba hev û êrîş şermezar kirin.
BREMEN: Li Bremenê êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hatin protestokirin. Komên Antî-faşîst, Komîteya Hevgirtinê ya Kurdistanê û nûnerên Bremenê yên Forûma Aştiyê li pêşiya  parlementoya eyaletê Tirkiye şermezar kirin. 

KOLN: Li bajarê Koln mitîngek ha organize kirin û bombebarana dijberiya Tirk li ser herêmên Rojava û Şengalê hatin şermezar kirin. 





NAVENDA NÛÇEYAN