Ji bo destekirina çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, 10’ê Kanûnê Tevgera Jinên Azad (TJA) greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Polîsan roja Duşemê êrişî çalakgerên greva birçîbûnê ya li Amed, Êlih û Wanê kir. Dayika Aştiyê ya 80 salî jî di nav de 68 jin hatin girtin. Li Amedê dewleta Tirk 25 kes girtin, lê bi beşdariya 50 kesî li avahiya HDP’a bajêr dîsa grevê dest pê kir. Axir dewleta Tirk a dagirker gava nûçeya me dihat amadekirin dîsa avêt ser avahiyê û dest bi girtina çalakgeran kir.
Zext û zordarî zêde bû
Beriya destpêkirina greva birîbûnê ji aliyê 50 kesî ve, daxuyniyeke çapemeniyê hate dayin û rêveberên Bajêr û navçeyê yên HDP’ê û DBP’ê, KCD’ê, TUHAY-DER û TJA’yê jî hazir bûn.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, li ser navê girseyê daxuyanî xwend û got, “Ji dema ku me starta hilbijartina cihî daye, zext û zordariya li ser rêveberên me yên bajêr û navçeyê, li ser endamên me yên partiyê, xebatkarên me yên jin û ciwanan pirr hatine zêdekirin.”
Em xurttir dibin
Parlamentera Amedê Tosun bal kişand ser polîtîkayên înkarê û zorê yên desthilatê û got, “Her roja ku diçe em ê zêdetir bibin. Wan her ku zext li ser me zêde kir, em ê xurttir bibin. Her ku ew bi ser me de bên, em ê zêdetir bibin. Weke Leyla Guvenê beriya bi çend rojan gotî, serketiyên vê têkoşînê wê em bin.”
ANF/AMED