HÊLÎN ASMÎN-YASIR ÎLYAS

ROJNEWS/ ŞENGAL


Fermandarê HPG’ê Şengal’ê Egîd Kelar, derbarê pîlanên li ser Şengalê, têkiliyên AKP’ê û PDK’ê, hebûna HPG’ê ya Şengal’ê û êrîşên li ser Xanesorê de axivî û diyar kir ku êrîşên 3’yê Adar’ê yên li ser Xanesor’ê pîlana Tirkiyê ye û ev tişt anîn ziman: „Mijar ne wekî tê dîtin e. Bi van pîlanan xwestin di sînorê Xanêsor û gundê Barê re derbasî Rojava bibin. Ev plan li Tirkiye hatiye çêkirin û li gor berjewendiyê Tirkiyê hatiye xêz kirin. Ji ber ku 16’ê Nîsan‘ê li Tirkiyê referandom heye. Ev plan girêdayî wê referandomê hat amade kirin. Ji bo serketina referandûmê dixwestin derve jî serbikevin.“

 

Plana AKP-PDK a dagirkirinê

Kelar got ku, ev êrîşên li ser Şengal’ê ne ji bo berjewendiyên Êzîdiyan in û tenê kêrî berjewendiyên dewleta Tirk tê û wiha pêde çû: “Em dizanîn pilanê Tirkan heta niha henê dixwazin Til Efer jî bigirin. Dixwazin me bikin hincet û bikevin Til Eferê. Planek wan ev e. Ya din jî dixwazin bîrên petrolê bigirin. Wekê Havena, Bay Hesan û heta Bay Hamar û Zomar ji nav de dixwaze hêzê xwe li Başûrê Kurdistanê de cih bike. Taybet jî PKK’ê bike hincet û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev planek berfireh e û hinek jî dûr e. Di nava van pîlanan de PDK jî heye, ev pîlan metirsiyên xwe heye. Li ser Hewlêr, Duhok, Zaxo, Germiyan û Silêmaniyê ji metirsiyên mezin hene.“

 

‘Çekên Elmanya ji bo malbata Berzanî’ 

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar, anî ziman ku YBŞ’ê rê li pêşiya van metirsiyên mezin girtiye û ev tişt gotin: “Ji ber ku ew hêzên hatinî ne ji bo parastinê hatibûn. Berê destê wan nav komkûjiya Şengalê de hebûn û girêdayê dewleta Tirk in. Elmanya jî pêwîste vê baş bizane ku çekên didin PDK’ê da ji bo hikûmeta Kurdistanê bi kar tîne, ji bo malbata xwe kar tîne. Hikûmeta Îraqê ji hemberî van êrîşan bêdeng ma.“

 

‘Erka HPG’ê li Şengalê berdewam dike’ 

Fermandarê HPG’ê diyar kir ku erka hêza wan li Şengalê xilas nebûye. Kelar, anî ziman ku rewşa Şengalê ya berê tê bîr kirin û wiha pêde çû: “Dema em hatin kesek li Şengalê nebû. Niha ev hatiye ji bîr kirin. Yên ku ev gel berdan kê bû? Lewra heta dawiyê em ê erka xwe pêk bînin. Em ê Şengalê de bimînin, erka me heye. Erka parastin û azadkirinê heye. Niha propaganda ku tên kirin di qada nevnetewî de, dibêjin HPG li vir be hêzên navnetewî alîkariyê nakin. Şengal ava nabe. Bila Kobanê ji xwe re mînak bigrin. Kobanê hat avakirin û niha jî gelê Kobanê li Kobanê jiyan dikin. Şengalê jî divê bi vî rengî be. Di esas de kêmahî yê hikûmeta herêmê û hikûmeta Îraqê ye, ku heta niha Şengal ava nekirine.”

 

‘Pêşmergeyan buhûstek axa Şengalê rizgar nekirî ye’ 

Kelar, got ku kîjan hêza ku bixwaze Şengalê rizgar bike bila were û bi wan re hevbeş bixebite. Kelar, berdewama axiftina xwe de ev gotin anîn ziman: „Dema ku m di cephê pêş de li hember dijmin bûn, ev hêzên çetê yên PDK’ê hatin êriş kirin. Heta roja îro tu çalakiyeke hêzên PDK’ê li hember çeteyên DAÎŞ’ê nîne, yek buhust axa Şengalê rizgar nekirine. Niha hatine cihê ku hatiye rizgarkirin dixwazin xwe di wir de bi cih bikin. Ev tiştekê  nerast e û nayê qebûl kirin jî. Rast e yên ku vê tiştê niha dikin, çetên PDK’ê ne û tişta ku kirin jî çetetî bû. Ji derveyî wê tiştek din nebû.“

 

‘Mûçeyên gelê Başûr didin çeteyan’ 

Kelar got ku mûçeyên mamosteyan nayê dayî lê belê mûçeyê van kesan tê dayîn û wiha axivî: „Hem mûçe ji Tirkiyê digrin û hem jî ji Başûrê Kurdistanê digrin. Niha gelê Başûrê Kurdistanê nizanin ku ev mûçeyê Mamostan diçin kuderê? Çima mûçeyên Mamosteyan nîviye. Çima mûçeyê fermanberan nîn e? 3-4 meh carekê didin û dema didin jî nîv didin. Ji bo van çeteyan e, van çetan pê perwerde dikin. Kesên ku di Hikûmeta Herêmê de dixebitin ji bo berjewendiyên malbata xwe û binemala Berzanî dikin. Ev her kes dizanin û ne tiştek veşartiye. Li şûna ku mûçe bidin çetan, bila bidin malbatên feqîr û hejar û kesên ku birçî. Yan jî bidin mamostan ku zarokan perwerde bikin. Bila bidin kesên erkdar dinava civakê de. Mînak bila bidin Bijîşkan ku civakê mêze bike. Ez di wê baweriyê deme ku gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê baş dibîne, baş dizane û qebûl jî nake. Me dît ku dema ev rewş hat jiyankirin pêşmergeyên Dêrîn xwedî helwest bûn. Em spasiya wan dikin, di rastî de ew ji nav dilê civaka Başûrê Kurdistanê axivîn û helwestên xwe nîşan dan.”

 

‘Ya gel qebûl neke, HPG jî qebûl nake’ 

Kelar, got ku divê gelê Kurd destûr nede ku ev çeteyên êrîşî Şengalê dikin navê pêşmergeyan bikar bînin wiha axivî: “Dema ku çetên PDK’ê ketin xaka Xanesorê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û li her çar parçên Kurdistanê û li Ewrûpa nerazîbûn û di jî derketin. Tevahî gelê Kurdistanê qebûl nake, mesele ne HPG ye. Tişta ku gelê azadîxwaz qebûl neke, HPG jî qebûl nake.“

 

‘Bila gelê me hişyar be’

Kelar anî ziman ku, êrîş ne tenê bi Şengalê ve sînordar in ev hişyarî kirin: “Mesele ne Xanesor e, planek mezin e û Başûrê Kurdistanê ye. Divê her kes hişyar be û divê her kes vê rewşê baş bixwîne. ”

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar di dawiyê axiftina xwe bi van gotinan domand: „Li ser vî esasî wê hêza me di Şengalê de tekoşîna xwe berdewam bike. Wê li hember her hêzekî dagirker û desthilatdar ku dixwaze li ser gelê azadîxwaz û xaka Kurdistanê dagirkerî û desthilatdariyê bide meşandin û nêzîkatiyên ku dikevin xizmeta dijmin de em ê li hember wan tekoşînên bimeşînin. Em dixwazin ku her kes hêza me wisa nas bike û di heman demê de gelê me jî pêwîst e di vê çarçovê de nerazîbûnê xwe û helwestê xwe hîn xurttir bide nîşandan.“