Çalakiyên pêncşema reş vê hefteyê jî li Qoser, Nisêbîn, Êlih, Peyas, Wêranşar û Pirsûsê berdewam kir. Li navçeya Peyasê ya navenda Amedê jî endam û rêvberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û enamên meclîsa şaredariyê ji bo Şareradê Peyasê Zulkuf Karatekin û siyasetmedarên din serbest bên berdan çalaki pêk anîn.
Koma li ber avahiya Şeredariya Peyasê kom bûn, di hefteya 110'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila hevdîtinên Osloyê ji nûve bên destpêkirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Tum-Bel-Senê Medeni Alpkaya, anî ziman ku gelê Kurd li gel hemû qedexe û astengiyan Newroz pîroz kir. Alpkaya, anî ziman ku êrîşa li dijî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û li dijî gel provokasyon e û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kir.
'Nayê qebûl kirin'
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariya qoserê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber avahiya Şaredariya Qoserê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê BDP'a Qoserê Omer Turgay, Wekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp, Serokê BES'a Qoserê Şeyhmus Akbaba û gelek kesên din amade bûn. Komê bi avahiya Şaredariya Qoserê de ala reş û posterê Şaredarê Qoserê Ferhan Turk vekirin. Wekila Şaredarê Qoserê Şerife Alp, êrîşa polîsan a li dijî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk şermezar kir û wiha got: "Kesên pîrozbahiya gelan qebûl nakin êrîşî nûnerên gel dikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Bi milyonan herikîn qadan û Newroz pîroz kirin. Gelê Kurd li gel hemû qedexeyan aşkere kir ku dê li qedexeyan guhdar nekin û Newrozê pîroz bikin."
'Hikûmet bir ser neket'
Li navçeya Nisêbînê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariya Nisêbînê pêk hat. Di çalakiya pêncşema reş de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Nûnerê Genel Îş'ê yê Herêmê Sadik Fidan û gelek nûnerên sendîkayên din amade bûn. Nûnerê Genel Îş'ê yê Herêmê Sadik Fidan, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê Newroz di nava xwînê dakir û wiha got: "Hikûmetê xwest Newrozê li Kurdan qedexe bike. Lê bi ser neketin. Ji ber ev yek tehamul nekirin li Stenbolê Rêveberê BDP'ê Haci Zengin kuştin. Brêz Ahmet Turk li Êlihê rastî êrîşa polîsan hat. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Piştî axaftinê komê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.
'Em bêdeng namînin'
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî Çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariye pêk hat. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu, nûnerên saziyên sivil ên civakî û endamên meclîsê amade bûn. Alîgira Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, li vir axaftin kir û hikûmeta AKP'ê şermezar kir. Ulugturken êrîşa polîsan a li dijî gel û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk şermezar kir û anî ziman ku ev yek nayê qebûl kirin û li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Ulugturkan, xwest hemû şaredar û siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan.
Êrîş şermezar kirin
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya Şaredariyê pêk hat. Li vir jî endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn û piştgirî dan endamên meclîsa şaredariyê. Wekîla Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr jî tevli çalakiyê bû. Serokê BDP'a Pirsûsê Mehmet Kayhan, li ser navê komê daxuyani xwend û êrîşên hikûmeta AKP'ê ya li ser gelê Kurd û êrişa polîsan a li dijî Hevseroke KCD'ê Ahmet Turk şermezar kir.
DÎHA/AMED