Bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên dewlata Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirker û DAIŞ’ê tune bikin’ de, meşiyan.
Meş ji çarxerêya 4’ê Nîsanê ya bajarê Qamişlo destpê kir. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Parastina Cîvakî-Jin, YPG û YPJ’ê û pankartên bi nivîsên ‘Jin jiyane û jiyanê biparêze’, ‘Axa te azadiya te ye’ û ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ‘ê tune bikin’ rakirin. Meşê heta bi çend metreyan nêzî sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dewam kir. Beşdaran dirûşmeyên ‘Bimire Erdogan’, ‘Kujer Erdogan’, ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bi can û xwîn em bi te re Ocalan’ berz kirin. Her wiha şervanên Berxwedana Serdemê yên ku li Efrînê çalakiyan li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk tînin silav kirin.
Em ê axa xwe biparêzin
Piştre meşvan li ber kembera bakur a bajarê Qamişlo li hember sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de miting li dar xistin. Di mitîngê de endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî-Jin Nûjîn Dêrik axivî û got: ”Bi salane şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî faşîzma Tirk disekinin. Di Şoreşa Rojava de û ji bo tunekirina terorê gelê herêmê bi hezaran şehîd dane. Piştî tunekirina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê îro bi awayekî eşkere radigihîne ku wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi berdêlên giran hatine bi destxistin tune bikin. Her êrişek ji aliyê dewleta Tirk ve wê bê bersîv û berxwedan nemîne. Em ê axa xwe biparêzin.”
QAMIŞLO