Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan êşaret bi êrîşeke muhtemel a dewleta Tirk a li dijî Efrînê kir û got, ew ê bibe destpêka bidawîbûna AKP-MHP’ê. 

Karayilan, di hevpeyvîna xwe ya bi Radyoya Dengê Kurdistanê de, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, nirxand.

Karayilan ji bo muhtemel bûna tevgereke dagirkeriya artêşa Tirk li Efrîn û Şehbayê got, “Dewleta Tirk bi taybetî di polîtîkaya xwe ya li ser Sûrî, Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê de, têk çûye. Ji bo Efrînê ger destdirêjiyeke dewleta Tirkiyê çêbe, heta Rûsya, Îran û Sûrî erê nekin, ne mumkin e. Pêwîst e gelê me bizane, ger dewleta Tirkiyê êrîşekê bike, vê encex bi destûra van dewletan bike. Bi taybetî Rûsya di vir de xwedî roleke bingehîn e. Li Cerablûs û Babê jî dewleta Tirk bi destûra Rûsya, heta ya hêzên hevpeymanê karî bikeve wan deveran. Lewre ev meseleyeke navdewletî ye. Dewleta Tirkiyê tewîzan dide, Tirkiyê pêşkêş dike, dixwaze rêyekê veke, wisa li hinek cihan li Sûrî ji bo xwe tiştekî bi ser bixe. Di vê çarçoveyê de hewldaneke xwe ya dîplomatîkî heye û ji aliyê leşkerî ve jî hinek hêzên xwe kom kiriye.”


Kobanê çi anî serê DAIŞ´ê Efrîn wê bîne serê AKP û MHP´ê

Ji vê û wê de Karayilan îşaret bi berxwedana li Kobanê li dijî DAIŞ´ê kir û bi bîr xist çi hate serê DAIŞ´ê û çawa Kobanê veguherî Stalingradekê, û wiha dewam kir: “Niha lê vegerin û binêrin, di ser re 3 sal derbas bûn, ev gotin piştrast bûn. Kobanî bû Stalîngrad û jê bihurî, Kobanî bû destpêka ketina DAIŞ’ê. Va ye, êdî paytexta DAIŞ’ê di bin zextê de ye, dike bikeve. Eger dewleta Tirk destdirêjiyê li Efrînê bike, heman tişt wê were serê rejîma AKP-MHP’ê jî. Wisa ne hêsan e. Jixwe, niha şerek heye, her roj bi top, tang, doçkayan ji Cindirêsê heta Şehbayê êrîşeke dewleta Tirk heye. Hesabên wan li ser Şehba hene. Ew jî girêdayî beşeke Kobanê ye, ango axa Kurd, Ereb û gelê Tirkmen jî li wir hene. Li ser Şehba planeke wan heye. Dixwazin ji Til-Rifat heya Minîxê bigirin. Wê bixwazin êrîşekê li ser wir bi pêş bixin. Lê li Efrînê zû bi zû nikarin, ji bo wan zehmet e. Ew der wê bibe Kobaniya duyem. Lê belê mumkin e li xeta Şehbayê hinek êrîşan bi pêş bixin. Li wir jî helbet hêzên Ceyş El-Suwar hene, Ereb, Tirkmen, Kurd, YPG-YPJ heye.”


Yên Reqayê rizgar dikin wê li dijê Tirkiyeyê şer bikin

Karayilan got, êdî kesekî bê parastin nîne û hêzên dewleta Tir a dagirker wê nikaribin werin, têkevin cihekî û dagir bikin û wiha peyivî: “Êdî Kurd hêz in. Şoreşa Rojava îro hêzek e. Tiştên ku artêşên mezin nikarîbûn bikin, va ye YPG li Reqa û li deverên din dike. Artêşa Tirkiyê ku were, wê li hemberî wan jî karibin heman şerî bikin. Bi taybetî gelê me yê Efrînê gelekî welatparêz û berxwedêr e. Em baş wan nas dikin. Divê xwe ji her rewşa muhtemel re amade bikin, lê wisa hêsan nîne, divê vê jî bizanin. Bi her şêwazî mimkun e êrîş çêbe. Ya din jî, ev pêvajo neqediyaye, didome. Wekî şerê cîhanê yê sêyem e û wê hîn dewam bike. Bi taybetî hêzên li qada Şehba, pêwîst e di vê xisûsê de amadekariyên xwe hebin. Xuya ye ew çete û dewleta Tirkiyê çavê xwe berdanê; ger destûrê ji Rûsya û aliyên din ên pêwendîdar bigirin, wê bixwazin hewldaneke wisa bikin. Ji bo wê niha tim êrîşên bi çekên giran bi pêş dixin. Ez bi xwe dibêjim, mudaxeleyeke wisa ya dewleta Tirk, wê şer gurtir bike.” 


Gelên Sûrî wê bibin xwedî helwêst

Karayilan li aliyê din îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên bicihbûna li Sûriyê kir, got, ev yek wê aloziya Sûriyê kûrtir bike û wiha dewam kir: “Êrîşa dewleta Tirk ya li wê xetê, êrîşeke li dijî xwedîîradebûna gelê Sûrî ye jî. Ez bawer dikim gelên Sûrî bi giştî wê li hemberî vê bêhelwest nemînin. Dixuyê ku di xeta Cerablûsê de dewleta Tirkiyê qirkirina neteweyî pêk tîne. Ereban jî dide paş, hemû cih û warên Kurdan li hevalbendên xwe leva kirine. Dewleta Tirk li wir bi roleke pire xirab radibe, bi demografiya herêmê dilîze. Ev sûcek e. Ya din jî, ev destwerdana li îradeya gelê Sûrî ye û li hemberî vê, wê nerazîbûnên xurt bi pêş kevin. Ango ger dewleta Tirk tiştekî wisa bike, wê bersiv jî xurt be.”