Di pevçûnên li derdora Qereqozaqê ku li ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di navbera wan û hêzên YPG’ê de derketibûn de, êrîş hate şikandin û 23 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANAH’yê ji herêma şer bidest xistine, çeteyên DAIŞ’ê doh di saetên serê sibehê de, li derdora pira Qereqozaqê ya Ii başûrê Kobanê, êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan û êrîşa çeteyan têk birin.

Di pevçûnên ku li vir qewimîne de 23 çete hatin kuştin û cenazeyên 13 ji wan ketin destê şervanên YPG’ê.  Her wiha 9 rext, 13 kilêş û 300 guleyên wan, 70 jarjor, yek BKC û 4 zincîrên wê, 2 dûrbînên rojê, 2 çenteyên tenduristiyê yên destwerdana lezgîn, 13 bombeyên destan û 2 bêtêl hatin desteserkirin.

Li derdora embarên genim ên bajarokê Sirrînê jî piştî ku doh di saetên sibehê de, şer û pevçûnên dijwar qewimîn, niha bêdengî heye. Lê derbarê encamên pevçûnan de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.


Li Şengalê 6 çete hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star li Şengalê pêk anîn 6 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got, “20’ê Adarê saet  09:30’î li Taxa Sûka Jêr a navenda Şengalê û saet di navbera 13.00-14.00’an li girê Şehît Erdal hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn û 2 çete hatine kuştin. Dîsa 21’ê Adarê saet 19:30’î li girê Şehîd Erdal ji aliyê hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê pêk hatin, li vir jî 2 çete hatin kuştin.

20’ê Adarê saet 19:30’î li Taxa Sûka Jêr hêzên me yên gerîla rêzeçalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir 2 çete hatin kuştin.” 


 KOBANÊ/ŞENGAL