Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li devera Şehbayê êrişeke berfereh li dar xist li dijî deverên Şehbayê. Artêşa Şoreşgeran û QSD´ê ev êriş şikandin û herî kêm 7 çete jî kuştin.
Komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê yên El-Nusra, Ehrar El-Şam, Tugaya El-Hemza, Ceyş El-Şemal, Feylaq El-Şam, Ketîbeyên El-Sefwa, Cebha El-Şamiya, Sultan Murad û Ceyş El-Mucahidîn ji 3 aliyan ve êrişî herêmên Şehbayê yên derdora Efrînê kir. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşan da.
Li gorî nûçeyên ji herêmê bi dest ketin, di encama şer de serçeteyekî El-Nusrayê jî di navê de 7 çete hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî yên çeteyan hatin derbkirin.
Dema nûçe hat amadekirin şer li herêmê dewam dikir.
Meydana şer li Şehbayê
Pevçûnên di navbera Artêşa Şoreşgeran û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li gelek nuqteyên herêmên Şehbayê belav bûn. Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Suriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, doh danê sibehê êrişî herêma Wêlat El-Qazî ya girêdayî gundê Minix kir. Di encama bersivdayîna Artêşa Şoreşgeran şer qewimî. Çeteyan paşê êrişên xwe ber bi devera Berad El-Malikiyê ya girêdayî gundê Malikiyê û gundê Merinazê ve fereh kir û dever bi topên hawan, cehenem û çekên giran topbaran kirin. Vê topbaranê heta nûçe dihat amadekirin jî dewam dikir.
Li aliyê din gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jî bi topên hawan, cehenem, fuze û doçkayan tê bombekirin. Komên êrişî vî gundî dikin jî ev in: Feyleq El-Şam, Nûrelldîn El-Zinkî, Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra.
Hemû deverên rastî êrişan hatî ser bi bajarê Ezazê yê herêma Şehbayê ne.
Hêjayî gotinê ye ku beriya van êrişan Navenda Têkiliyan a Rûsî li Sûriyeyê pêr ragihandibû ku 50 çeteyên El-Nusrayê tevî 3 maşînên cebilxane barkirî di ser Tirkiyeyê re derbasî bajaroka Enedan ê li Bakurê Helebê bûne.
Li Minbicê bi dehan çete hatin kuştin
Li aliyê din balafirên Hevpeymana Navdewletî navendên komên çete yên DAIŞ’ê ên li bajarê Minbicê bombebaran kir. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên ji deverê, piştî êrişa hewayî di nava komên çete yên li bajêr de nearamiyê rû daye.
EFRÎN