Komeke nijadperest pêr di saetên şevê de xwest êrişî gora endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek bike û di ketina goristanê de, gefên “Em gora terorîst naxwazin. Ger polîs herin em ê cenaze ji gorê derxînin û bişewitînin” xwarin.
Koma nijadperest a hat ber ketina Goristina Halef Hoca ya li navçeya Talas a Qeyseriyê, gef xwar da ku cenaze ji gorê derxin û got, “Em li vir gora terorîstan naxwazin. Polîs wê rojekê rawestin, du rojan rewestin û dûr biçin. Ger polîs biçin, em ê cenaze ji gorê derbixin û bişewitînin”.
Polîsan destûr neda ku koma nijatperest bikeve goristanê. Komê piştî ku demek şûnde ji ber goristanê çûn.
Ev zêhniyeta dewletê ye
Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê nerazîbûnê nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan dan û gotin: ”Ev êrişên hovane û barbarî ne. Êrişên li dijî goristanan konsepta Navendî ya Enqereyê ye. Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.”
Di rojên dawî de eskerên dewleta Tirk li Wan, Farqîn, Mûş, Gever û herî dawî li Hezexê êrîşî gorên endamên PKK’ê kirin. Herî dawî esker bi maşîneyên zirxî çûn Gundê Hespistê û 6 gorên endamên PKK’ê xira kirin û hilweşandin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, diyar kir ku ev êrîş li dijî mirovahî û nirxên mirovahiyê ye û wiha got: ”Pêkanînên AKP’ê pêkanînên faşizmê ne.
Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr jî anî ziman ku ev pêkanîn ji sepanê salên 1990’î hîn girantirin û wiha got: ”Em ê heta dawî li dijî vê siyaseta wan û zêhniyeta wan a qirêj têbikoşin.”
Parlamenterê HDP’ê Huseyin Kaçmaz jî anî ziman ku di van êrîşan de hişmendiya ku hêza xwe ji navenda Enqereyê digire heye û wiha got: ”Navenda Konsepta van êrişan Enqere ye.”
ENQERE