Hêzên tarî yên li bajarê Hesekê  êrişî sivîlan kirin û di nava koma şahiya Newrozê de 2 teqîn pêkanîn. Di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Êrîşên li dijî Kurdan li bajarê Hesekê şahiyên Newroza îsal xemgîn kir. Kêf û eşqa bi milyonên Kurdan li seranserî cîhanê di gewriya wan de hîşt!

Bajarê Hesekê taybetmendiyek xwe heye. Ew 2'emîn mezintrîn bajarê Rojava ye. Zêdeyî nîvê nişticihên bajêr Ereb in. Di vê dema dawî de bi hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji heremên navîn wek koçber hatine û xwe li vî bajarî girtine. Jixwe di van salên dawî de rêjeya koçberiya Kurdan ji bajêr zêdebûye. Li Hesekê hebûna rejîma Esed xurt e. Ew li navenda bajêr li ser kar e. Her wiha bi hezaran ji ciwanên Ereb yên ji bajarê Hesekê û gundên derdorê bi çek kirine û bi alîkariya Îranê wan li dijî Kurdan sor dikin. Berê jî yer di navbera van “hêzên rejîmê” û YPG de rû dabû.

Divê were gotin ku başûrê Hesekê heta bi Dêr El-Zorê li jêr di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Gelek ji eşîrên Ereb yên di vê heremê de sonda destekdayina DAIŞ'ê xwarine û bi sedan ciwanên wan ketine nava şer. Ji ber vê yekê bajarê Hesekê xwedî taybetmendiyêk mezine, divê ev taybetmendî ber bi çavan ve were girtin. Ji bo Kurdên ku li Hesekê dijîn, divê tedbîrên ewlekariyên yên herî xurt werin girtin. Mirov nikare, weke ku rewş ewle be û tu şer tune ye, jiyana xwe dewam bike û li ser kêfa xwe şahiyan lidarbixe. Ev yek bêberpirsyarî û çewtiyeke mezine.

Rêxsitina terorê DAIŞ sivînal dikuje û zarok û jinan hedef digre. Ev serê 4 salan li Rojava û Başûr kuştina sivîlên Kurd dike. Divê hindekî tecrubeya me bi vê rêxstinê de çêbûbe. Rewşa şer tê wateya jiyanek awarte û li gorî şer xwe iyarkirin. Loma diviyabû şahiya Newrozê li Hesekê lidarneketiba û milet li gorî biryara Asayişê tevgeriyaba. Nabe tu kese li dijî serweriya Asayiş û YPG derkeve û gotina wan li erdê bixe. Mixabin partiyên ku di nava ENKS de cihê xwe digrin, hîna tevliheviyê derdixin û bi tena serê xwe tevdigerin. Ew yek ji berpirsên vê êrîşa dawî ya li Hesekê rûda bûn.

Dema ku Asayiş an YPG biryarek eskerî derbixe û ji milet bixwaze ew li hev kom nebin an jî şahiya lidarnexin an jî ji malên xwe dernekvin, divê ev biryar bê qebûlkirin. Kes/aliyê ku vê biryarê binpêbike divê were cezakirin. Niha Rojava di qonaxa şer de derbas dibe û dijmin her kesê Kurd hedef digire û qet ferqê naxe nava Kurdan. Her wiha bi riya pêkanîna van komkujiyan dijmin dixwaze Kurdan terorîze bike û wan ji heremên Rojava derbider bike. 

Li bajarên Hesekê, Serêkaniyê bi taabet û li hemû Rojava bi giştî divê tedbîrên ewlekariyê werin xurtkitin û divê kesên ji navendên Sûriyeye hatine li Rojava bi cih bûne, hemû werin qeydkirin û li jiyana wan a rojane, çi karî dikin û çawa debara xwe dikin, were pirsîn. Her kesê cihê şubhetê divê lêpirsîn li dijî wî were destpêkirin. Her wiha li derdora taxên Kurdan li Hesekê kontrol were xurtkirin û ji milet bê xwestin ku yekser agahiyan derbarê kesên biryanî de bidin hêzên Asayişê.

 Êrîşa li Hesekê mîna komujiyekê bû. Dive ev êrîşên bi vî şêweyî carek din dubare nebin. Divê gotina Asayiş û YPG tu carî neyê redkirin û ji aliyên hemû welatiyên Rojava ve were qebûlkirin. Eger rêxsitinek mîna DAIŞ dijminê te be, divê tu bi qasî serê derziyê derfetê nede kesekî ku tedbîrên te yên ewlekariyê binpê û têk bibin. Divê tu hemû berpirsyariyên xwe yên parastina milet bi cih bînî.