
Nûneran mudaxaleya polîsan a hişk bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li ber AZC Palazayê hate dayîn gelek rêveber û endamên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Polisan jî bi maşîneyên zirxî li cihê daxuyiniyê dorpêç kirin. Li ser navê Hêzên Demokrasiyê û Kedê yên Amedê berdevkê KESK'ê yê demê Saît Baran xwend. Baran, diyar kir ku gotinê AKP'ê yê "Demokrasiya li pêşketî" xweş tê guha lê ev gotin xapandina civakê pêk tîne û got her roja ku derbas dibe pêkanînê li dijî mirovatiyê û faşîzane belav dibe.
'Goristan veguherî odeyê gazê'
Baran, da zanîn ku Kurd û hemû beşên civakê bi taybetî ji êrîş, binçavkirin û girtina para xwe digirin. Baran, anî ziman ku hefteya bihurî li Çewlikê di encama pevçûnê de ku 2 PKK'yî jiyana xwe ji dest dabûn merasîma cenazeyê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû dorpêç kirin. Baran ev tişt got: "Roja ewil di saetên serê sibê de goristan Yenîkoyê ji aliyê polîsan ve hatiye dagirkirin. Li malbatan heqaret hatiye kirin û cenaze jî di nav de li her derî qul bi qul geriyane. 3 roj malbatan nikaribûye canezeyê xwe defin bike û hatiye astengkirin." Baran, destnîşan kir ku girseya ku roja 2 Kanûnê xwestiye cenazeyê xwe defin bike rastî mudaxeleyê hatiye û wiha got: "Dema malbat û gelê Amedê xsestine dest bi meşa merasîma cenaze bikin, rastî êrîşa ava şid, bombeyên gazê û bi jopan hatiye. Bi dehan kes birîndar buye. Bi rast 2 Kanûnê goristana Yenîkoyê, veguheriye odeyên gazê yên Naziyan ê Elmanya yê."
'Eleqa van bi olan re tune ye'
Baran, da zanîn ku niha tam dema hespa xwestinê û wiha axivî: "Ev hêzên ku êrîşî cenazeyan dikin gelo tu eleqa wan bi mirovatiyê re heye. Ev kesên ku di bin navê îslamiyetê de dengan distînin û van tiştên ku pêktînin ka gelo bi îslamiyetê re û bi kîjan olî re girêdana wan heye. Niha em ji vir pirs dikin, ka eleqa wan kesê dibê ji bo yê mirî kesê ne girî ne mirove e." Baran, got ku ew wek girseyên rêxistinên demokratîk van pêkanîna şermezar û lanet dikin û bang kir ku apê Ceylan, Zeyat Ceylan û kesê din ku hatine binçavkirin demek beriya demekê bila bên berdan.
Kom piştî daxuyaniyê hemû bi hev re çûn ber edliya Amedê, ji bo kesê ku di binçavan de derxistine Edliyê.
DÎHA/AMED