Lewma sedema li pişta wê ya siyasî ne bi armanca bêdengkirina muxalifan, ji agahiyan dûrgirtina welatiyan e yan jî astengkirina belavkirina agahiyan e. Ev sedemên ha, sedemên sereke yên sansûrê ne. Lê belê reşkirin ekrana Zarok TV´yê ne ji ber van sedeman e. Bi qasî diyar e, ev êrişeke li dijî mafê zarokan in ku gihiştina agahiyan bi zimanê xwe yê dayikê, perwerdebûna bi zimanê dayikê, bikaranîna zimanê dayikê û bipêşvebirina zimanê dayikê. Li ser mijarê me hewl da bi rêxistinên mafê zarokan, mafê zimanê dayikê û mafê mirovan re bipeyivin.

‘Mumkun nîne ez erê bikim’

Yek ji rêxistinên sereke yên li ser mijarê pispor û çalak, Weqfa Zarokên Xwedî Doz (Foundation, Kids with a Cause) e. Em bi birêvebera wê ya rêxistina Ewrûpa Franca Price re peyivîn li ser mijarê. Price ji bo reşkirina ekrana Zarok TV got, “mumkun nîne ez erê bikim“. Price ev rewş weke bê taleyekê ji bo zarokan û mafê zarokan bi nav kir û wiha peyivî: “Divê her kes tişta ji destê wê/wî tê bike da ku mafê zarokan biparêze. Lê mixabin, binpêkirina mafên zarokan û bi giştî binpêkirina mafê mirovan heye li dinyayê, niheqî hene. Ji bo ku ev neyên hiştin, divê têkoşîna rewa were meşandin. Ez di têkoşîna ji bo mafên zarokên Kurdan û nexasim ji bo mafên ziman ên zarokên Kurdan de serketinê dixwazim.”


Nexwest fikra xwe bibêje

Lê belê dewletdariya demdirêj û têkiliyên wê yên bi rêya nîzama heyî ya navneteweyî, dike ku dewleta Tirk tesîrê li gelek saziyên mafê zarokan jî bike. Ji ber wê yekê saziya mafê zarokan a navenda wê li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, Defence for Children International (Parastin ji bo Zarokan a Navneteweyî) berevajî navê xwe, nexwest di mijareke navneteweyî de fikra xwe bibêje bi hinceta ku buroya wê li Tirkiyeyê nîne.


Ew ê paşê nivîskî berisivê bidin
Nûnerê Çapemeniyê yê rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW Jan Kooy jî bi giştî sansûr û binpêkirina mafan weke nayê qebûlkirin nirxand û got, wê nûnerê rêxistinê yê Tirkiyeyê derbarê mijarê de bi berfirehî û nivîskî bersiva pirsên li ser mijarê paşê bide. Bi heman rengî weqfa parastina mafê zimanê dayikê ya bi navê Rutu Foundation a navenda wê li Holanda jî, bi giştî êrişên li dijî zimanê dayikê mehkûm dike, lê belê sebaret bi girtina Zarok TV ew ê paşê nivîskî berisivê bidin pirsên di biwara wê de.


LUQMAN GULDIVÊ
FRANKFURT