Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê doh di saetên sibehê de careke din êrişî Bendava Tişrînê û ji aliyê başûr rojavayê Çemê Firatê ve, ji 6 milan û hejmareke mezin, bi çekên giran êrîşî gundên Yusuf Paşa, Qişlê, Seedîna, Hecî Hisên, Hecî Hemada û Hesen Axa yên ku 4 km dikevin başûrê Bendava Tişrînê kirin. Li ser bersivdayina Hêzê Suriyeya Demokratîk (QSD) ve şerên dijwar rû da. Di encama şerê qewimî de 30 çete hatin kuştin, ji van 8 cenaze ket destê QSD’ê, dîsa tirimpêleke çeteyan a leşkerî û doçkayeke 14.5 hatin rûxandin. 

Balefirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî noqteyên çeteyan DAIŞ’ê bombebaran dikin. Dema me nûçe amade dikir şer bi dijwarî berdewam dikir.


Tirs kete nava çeteyên Cerablusê

Hate ragihandin ku çeteyên li Cerablusê ketine nava tirseke mezin, lewre jî hejmarek zêde ya çeteyan ji Babê derbasî Cerablusê bûn. Çete her wiha ciwanan bi darê zorê dişînin şer û wekî mertal bikar tînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek li Cerablusê dane ANHA’ye, çeteyên DAIŞ’ê ev du roj in, li Cerablusê di nava liv û tevgerê de ne. Çavkanî diyar kir ku duh hejmareke zêde ya çeteyan ji herêma Babê derbasî Cerablûsê bûne û li nava bajar jî noqteyên xwe zêde kirine.

Çavkaniyan anîn ziman ku çete ji ber vê tirsa xwe zorê li ciwanên bajar dikin ku li aliyê wan şer bikin û wana bi zorê dişînin şer. Çete bi vê mebestê jî ciwanan direvînin. 


 ANHA/KOBANÊ