Waliyê Necefê diyar kir ku balafira bê mirov ya cihê mayîna Sedir bobmebaran kirî, navxweyî ye.  Pêr Salih El Iraqî yê nêzî Serokê Tevgera Sedir e, diyar kiribû ku balafireke bêmirov êrişî cihê Muqteda Sedir kiriye. Herweha dabû zanîn ku di encama êrişê de zirar negihiştiye Sedir.

Li ser vê mijarê waliyê parêzgeha Necefê Lue Yasir got, êrişa pêr bi şev bi rêya balafirek bê mirov hatiye kirin û bombeya hatî bikaranîn neteqiyaye.

Yasir da zanîn ku got, balafira bê mirov li taxên Bakurê Necefê hatiye rakirin.

Êrişa îna borî gelek xwînrij bû

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) der barê êrişa şeva Îna borî ya li Bexdayê li dijî xwepêşandanên pêkhatî de raporek weşand û weke yek ji êrişên herî bi xwîn bi nav kir.

Rêxistinê ragihand ku zanyariyên xwe ji şahidên bûyerê komkirine û eşkere dike ku di encama êrişa çekdarên nenas de li Bexdayê 20 kes hatine kuştin û 130 kes jî birîndar bûne.

ç