Fermandariya HPG’ê ya Mexmûr-Kerkûkê piştî êrişa bêexlaq a li Mexmûrê ragihand ku ew êrişa bi balafirên şer a êvara 6’ê Kanûnê ya li Mexmûrê, weke êrişeke mêtingeriya Tirk dibînin. 

Fermandariya HPG’ê ya Mexmûr-Kerkûkê, pênc endamên Yekîtiyên Xweparastinê yên di êrişê de şehîd bûyî bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurd re xwest.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê gelê xwe biparêzin” û bang li Neteweyên Yekbûyî, rêveberiyên Bexda û Hewlêrê hate kirin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.


Em şehîdên xwe bi bîr tînin

Di daxuyaniyê de HPG´ê êriş weke êrişeke nemerdane bi nav kir û got, “Ev êrişa namerdî li dijî nuqteyeke Yekîneyên Xweparastinê yên Mexmûrê hatiye kirin. Di vê êrişa tirsonekî de şervanên leheng hevalên me Botan (Cebraîl Asûtay), Baz (Gokhan Kirboga), Çekdar (Mûhammed Tekeş), Bager (Abdulkadîr Gunay) û Devran Mardîn şehîd bûn.” Di şexsê şehîd Botan de HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê kampa Şehîd Rustem Cûdî û gelê Kurdistanê re xwest,


Nekarîn xwe li şikestina DAIŞ´ê ragirin

HPG’ê got, êriş bi destê hêzên ku nikarin xwe li têkçûna DAIŞ‘ê ragirin, hatiye kirin û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li pêşberî berxwedana Mexmûr-Şengal-Kobanê şikestin. Li dijî vê şebekeya dijminê mirovahiyê ya faşîst-dagirker, ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Iraqê û dewletên herêmê û cîhanê nikarîbûn bisekinin, gelan bi ked û têkoşîna van berxwedêrên leheng, li ber xwe da. Vê berxwedanê îro DAIŞ aniye ber tinebûnê. Êrişa bi balafiran a roja 6’ê Kanûnê li dijî van ewladên leheng ên gelê me hate kirin, ji aliyê wan hêzên ku têkçûna DAIŞ’ê dikin nakin nikarin qebûl bikin, weke bersivdanê hatiye kirin.”

HPG´ê weke failê êrişê “mêtingeriya Tirk dibîne ku destekê dide çeteyên DAIŞ’ê” bi nav dike û dibêje, “Ev êriş li dijî kevneşopiya serînetewandin û berxwedêr a gelê me yê Mexmûrê, êrîşeke tinekirinê ya mêtingeriya Tirk e. Dewleta Tirk a faşîst bi rêya vê êrîşa xayinî hewl dide gelê Mexmûrê dîl bigire û tolê hilîne.”


Em ê gelê xwe biparêzin

HPG´ê ji bilî êrişkaran hêzên destûr dayî êrişê yan jî bi erka xwe ya pêşîgirtinê ranebûyî jî xwest daxuyaniyeke qanehker bikin û got, “Em li bendê ne ku di serî de hikûmeta Kurdistanê ya federe, hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyekê bidin gelê me yê Mexmûrê û tevahiya gelê Kurd. Em, bêdengiya li pêşberî vê êrişê jî weke hevkariya bi mêtingeriya Tirk re dibînin.”

Fermandariya Mexmûr-Kerkûkê ya HPG´ê got, “em soza xwe dubare dikin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê gelê xwe biparêzin û têoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bûne, bi ser bixînin.”




ANF/MEXMÛR




Şehîdên Mexmûrê li Qendîlê hatin veşartin



Endamên Hêzên Xweparastinê yên li kampa Mexmûrê di êrişa balafirên şer de şehîd bûn, li Qendîlê bi merasîmekê hatin veşartin. 

Cenazeyên 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê ku ji ber êrişa bi balafirên şer li kampê şehîd bûn, danê sibehê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi Qendîlê ve hatin birêkirin.

Bi hezaran kesî, danê sibehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK´ê, HPG, YJA Star û KCK’ê û wêneyên şehîdan hildan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” cenazeyên şehîdan ber bi Qendîlê ve şandin. Li Qendîlê jî cenazeyên şehîdan ji aliyê gel û gerîlayên HPG/YJA-STAR ve hatin pêşwazîkirin û ji bo şehîd Botan Amed, Bager Boran, Çekdar Mawa, Baz Dijwar û Dewran Mardîn li Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hisên Kara û endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan axivîn.

Hisên Kara di axaftina xwe de diyar kir ku Wargeha Rustem Cûdî wargeha têkoşînê ye û got: “Em bi şehîdên xwe mezintir dibin. Êriş me ji têkoşînê dûr naxin, em ê li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.”

Besê Erzîncan jî destnîşan kir ku dewletên dagirker ên Kurdistanê dixwazin bi van êrişan îradeya gelê Kurd bişikînin û wiha dewam kir: “Lê em ê li ser têkoşîna xwe ya ji bo xaka Kurdistanê bidomin. Zêdebûna şehîdan erka me giran û zêdetir dike. Em partiyeke şehîdan in. Em zêdetir têdikoşin ku bigihin armanca şehîdên xwe.”

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan spartin axê.




NY hê jî bêdeng e 


Li gorî peymana penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyê 139 welatan ve hatiye îmzekirin û peymana di navbera NY û Iraqê de, pêwîst e parastina penaberan bê kirin. Lê li hemberî êrîşa 6´ê Kanûnê ya li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê hîn jî bêdengî heye.

Qederê 15 hezar sivîlên ji ber zilm û êrîşên artêşa Tirk û cerdevanên wê, beriya bi 24 salan ji bajarên Şirnex, Colemêrg û Sêrtê koçî herêmê kirî, li wargehê dimînin, û wargeh ji aliyê NY´yê weke kampa penaberan hatiye qebûlkirin.

 

Iraq û NY berpirs in 

Wargeha Mexmûrê niha di nava sînorên Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye. Neteweyên Yekbûyî wargeh bi fermî nas kiriye û di kontrola wê de ye. 

Iraqê peymana penaberiyê ya NY´yê mohr nekiriye, lê belê 31’ê Cotmeha sala 2016’an, di navbera Komîseriya Bilind a Penaberan a NY û Komîsyona Karubarên Penaberan a Hikûmeta Iraqê de protokolek hat îmzekirin. Protokol, xurtkirina parastina penaberan esas digire û berpirsyariyên hikûmetê diyar dike. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de jî mafê penaberiyê hatiye qebûlkirin û erka parastina penaberan hatiye diyarkirin.  Lê belê heta niha li dijî êrişa 6´ê Kanûnê, hikûmeta Iraqê û NY´yê helwêstek nîşan nedaye. Têkildarî mijarê rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê jî û rayedarên Komîseriya Bilind a NY´yî li Iraqê jî heta niha ti daxuyanî nedan û bersiv jî nedan pirsên rojnamevanan.