KCK: Em bang li hemû Êzîdiyên li cihanê dikin ku tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û li dijî êrişên li dijî Şengalê, xwe biparêzin û Êzîdxana xweser ava bikin a ku hesreta Rêber Apo û Mam Zekî ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser Zekî Şengalî ku li Şengalê ji ber sûîqesta artêşa Tirk şehîd bû, daxuyaniyek da. KCK’ê got, “Dewleta Tirk bi komkujî û sûîqestan zûtir dawiyê li xwe tîne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser sûîqesta artêşa Tirk a 15’ê Tebaxê ya li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî şehîd bû, daxuyaniyek da. KCK’ê bal kişand ser rola DYE, hikûmeta Iraqê û PDK’ê jî.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin, “Mamê Êzîdiyan Mam Zekî, hevrêyê me, milîtan û kadroyê 35 salan ê tevgera me ya azadiyê, Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) roja 15’ê Tebaxê bi alîkariya hin nokerên herêmî, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi sûîqesta li dijî wesayita tê de, şehîd bû. Em hevrêyê xwe yê şehîdbûyî ku endamê Konseya Rêveber a KCK’ê ye, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku em ê Kurdistana Azad û Êzîdxana Azad pêk bînin ku xewn û xeyala wî bû.”
Dewra PDK, Iraq û DYE´yê
KCK´ê got, êrişa li dijî Mam Zekî, weke dewama êrişa DAIŞ´ê ya 3´yê Tebaxa 2014´an, êrişa qirkirinê ye li dijî Êzidiyan û wiha dewam kir: “Careke din îsbat bûye ku hêza li pişt êrişa 3’ê Tebaxê û teşwîqkarê wê, dewleta Tirk e. Li gorî agahiyên ji Şengalê tên, tê îdîakirin ku hêzên nêzî PDK’ê yan jî Iraqê alîkariya vê sûîqestê kirine. Balkêş e ku piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ya li Enqereyê ev êriş hatiye kirin. Mam Zekî Şengalî, gelek caran weke nûnerê Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin. Ev yek jî li ser hikûmeta Iraqê ferz dike ku derbarê vê sûîqestê û êrişa li Şengalê de daxuyaniyekê bide. Gelo hikûmeta Iraqê mohra xwe daniye binê peymanekê û destûr daye vê êrişê? Raya giştî û Êzîdî li benda daxuyaniyekê ne ji rayedarên Iraqê. Heger têkiliya hikûmeta Iraqê û PDK’ê bi vê komkujiyê re nîne, pêwîst e ji raya giştî re eşkere bikin û êrişê şermezar bikin. Êzîdî li her derê rabûne ser piyan. Nerazîbûna xwe li dijî dewleta Tirk nîşan didin û li bendê ne ku rayedarên hikûmeta Iraqê û PDK daxuyaniyê bidin.”
Meydana hewayî li Tirkiyê bigirin
KCK´ê êrişên hewayî yên beriya niha yên dewleta Tirk li dijî Şengalê bi bîr xistin û wiha dewam kir: “Ji binpêkirin û bikaranîna meydana hewayî ya Şengalê, dewleta Iraqê, DYE û PDK berpirsyar in. Ji ber ku ev hêz li ber ranebûn û destûr dan, balafirên şer êriş dikin. Yên ku nekarîn pêşî li êrişa qirrkirinê ya DAIŞ’ê bigirin, bûne şirîkê vê êrişa qirrkirinê. Heger naxwazin ji niha û pê ve bibin şirîkê vê komkujiya qirrkirinê, divê tavilê meydana hewayî ya Şengalê li balafirên Tirk bigirin.
Piştî êrişa DAIŞ‘ê ya 3’ê Tebaxê, yekane rêya ku Êzîdiyan ji qirkirinê biparêze pêkhatina xweseriya Êzîdxanê û naskirina vê xweseriyê ji aliyê Iraqê û hêzên navneteweyî ve ye.”
KCK´ê bi bbîr xist ku dinya hemû dizane ku gerîlayên HPG-YJA Star, YPG û YPJ’ê Êzîdî ji qirrkirinê parastine û li ser mijarê wiha dewam kir: “Înkarkirina vê yekê ji aliyê civakî û siyasî ve bê exlaqî ye. Piştî ku gerîlayan Şengal parast, Êzîdî hem ji qirrkirinê rizgar bûn, hem jî ji wê rojê û heta niha jiyana xwe ya xweser ava kirin û xwestin xwe ji êrişan biparêzin. Hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ û YJŞ ava kirin. Hêzên gerîla piştî damezrandina YBŞ û YJŞ’ê daxuyaniya ‘Eger êriş bê kirin em ê dîsa Şengalê biparêzin’ da û ji Şengalê vekişiyan. Êriş piştî vekişîna gerîla pêk hat û ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze Êzîdiyan qirr bike. Dixwaze qirrkirina Êzidiyan a ku li Bakurê Kurdistanê kir, li Şengalê jî temam bike. Êrîşa li dijî xweserî û xweparastina Êzîdiyan, êrîşeke qirkirinê ye.”
Êzîdxana xweser wê pêk bê
KCK´ê got, di dema êrişa DAIŞ’ê de Mam Zekî berê xwe daye Şengalê û wiha dewam kir: “Ji bo birêxistinkirina Êzîdiyan û avakirina Şengaleke xweser bi şev û roj xebitî. Bi vê xebata xwe, hemû civata Êzîdî qîmetek mezin da wî û ew di nav civata Êzîdiyan de bûye Mam Zekî. Civata Êzîdiyan wê ti carî Mam Zekî ji bîr neke û Êzîdxana xweser a ku hesreta wî bû, di demeke kurt de wê pêk bînin.
Hemû civata Êzîdî li hemberî vê êrîşî rabûye ser piyan. Rêheval Zekî bi têkoşîna xwe ya 35 salan bûye yek ji pêşengên Êzîdiyan. Em bang li hemû civata Êzîdiyan dikin ku vê êrişê protesto bike û xweseriya Êzîdxanê biparêze. Hesreta Mam Zekî bûye armanca hemû civata Êzîdiyan. Em bang li hemû Êzîdiyên li cihanê dikin ku tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û li dijî êrişên li dijî Şengalê, xwe biparêzin û Êzîdxana xweser ava bikin a ku hesreta Rêber Apo û Mam Zekî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Şengalî rêberekî Êzîdiyan bû
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Şengalê ku tê de Mam Zekî hat şehîdkirin, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êriş di salvegera komkujiya gundê Koço de li dijî konviya ji merasîma bîranînê ya ji gund vedigeriya pêk hatiye û wiha hat gotin, “Yek ji wan kesên ku jîyana xwe ji dest dayî û şehîd bûyê, Zekî Şingalî (Îsmaîl Ozden) bû ku rêberekî Êzîdîyan bû. Zekî Şingalî, ji 2014´an ve, ew herêm terk nekir, ji gelê xwe re rêbertî kir û li wan xwedî derket. Ewî temamê jiyana xwe di xizmeta gelê Kurdistanê de derbas kir û 35 salan bê navber di nav refên şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girt û kete nava karwanê şehîdên Kurdistanê.”
KNK´ê êriş weke dewam fermana 74´an nirxand, îşaret bi dewra Iraqê kir û got, “Dewleta Iraqê bi bêdengî, rêxweşkirin û erêkirina xwe, ji vê êrişê berpirsyar e. Li ser vê bûyerê, bê helwêstî û bêdengîya rêveberîya Başûr jî, cihê gumanê ye û cesaretê dide dijminan. Gelê Şingalê ku bi bawerîya Êzdayetîyê ve girêdayî ye, îro dîsa di bin sehwa komkujîyeke din de ye.”
KNK´ê bang li Neteweyên Yekbûyî Kordînasyona Navneteweyî a li dijî DAIŞ´ê kir ku xwedî li Êzîdiyan derkevin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em bang li hemî hêz, partî û gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li Şingalê û bawemendêm Êzîdî derkevin û li hemberî êriş û dagirkerîya dewleta Tirk rawestin.”
Dewama fermanê ye
HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrişa dewleta Tirk dewama fermana 74’an e.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hikûmeta AKP’ê hemû polîtîkayên xwe yên rê li ber krîzê vedikin, didomîne. Yek ji sedemên krîzê, polîtîkaya şer û şidetê ye û di vê polîtîkayê de israr dike. Bi sorkirina neteweperestî û dijminatiya li biyaniyan, dixwaze pêşî li nerazîbûna gel bigire.”
Rêveberiya HDP’ê êrîşa bi balafirên şer a 15’ê Tebaxê li Şengalê hate kirin weke êrişa li dijî civaka Êzîdî bi nav kir û wiha dewam kir: “Gundê Koço yê ser bi Şengalê ku bû hedefa êrişê, navenda komkujiyê bû ku DAIŞ’ê sala 2014’an li civaka Êzîdî kir. DAIŞ’ê hemû mêrên li gund kuştin û jin jî weke êsîr kirin. Êrîşa balafirên şer, di salvegera komkujiyê de hate kirin, bi ti awayî ne rewa û ne mafdar e.”
‘Tifaqa li dijî Kurd’
HDP’ê bi bîr xist ku êriş piştî hevdîtina bi hikûmeta Iraqê re hatiye kirin û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide, tifaqa li dijî Kurd û statukoparêz a li Rojhilata Navîn dewam dike.
HDP´ê ev êriş weke dewama Fermana 74’an a Şengalê bi nav kir û wiha şermezar kir: “Bi navê HDP’ê em bi rengê herî xurt vê êrişê şermezar dikin û dixwazin destnîşan bikin ku bi polîtîkayên şer ti pirsgirêk li herêmê çareser nabin, berevajî wê pirsgirêk girantir bibin.”
ENQERE
Temenekî fedayî azadiyê
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Îsamîl Ozden, bi nasnav Zekî Şengalî ku duh li Şengalê şehîd bûbû, li pey xwe 39 salên ked û fedekariyê hiştin.
Îsamîl Ozden ango mîna di nava civaka Êzidî de dihat naskirin, Mam Zekî Şengalî di 28’ê Çileyê 1952’an de li navçeya Batmanê Qubînê, li gundê Şahsimê ji dayik bû. Mîna bi sedan malbatên Êzîdî, Îsmaîl Ozden jî li gel malbata xwe, sala 1969’an ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma ku berê xwe bide Ewrûpayê. Di temenê xwe yê ciwan de, dilê wî ji bo azadiya civaka Êzîdî û bi giştî gelê Kurdistanê lê dide. Ji ber vê yekê sala 1979’an tev lî nava xebatên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.
Piştî xebatên di nava civaka Êzîdî û Kurdistaniyên li Elmanyayê de, sala 1987’an bi awayekî fermî beşdarî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1990’î li bajarê Elmanyayê Celleyê ji ber xebatên rêxistinî, ji aliyê dewletê ve tê girtin û demeke dirêj di zindanê de dimîne.
Vegera welat
Tevî hemû zext û gefan jî, Zekî Şengalî ti gavan bi paş ve naavêje û bi biryardariyeke mezin meşa xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê dewam dike.
Kurê Zekî Şengalî, Qasim Ozden bi nasnav Sîpan û xwarziya wî Xanê Esmer Demîr di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd dibin. Piştî salên dirêj ji jiyana Ewrûpayê, sala 1999’an biryarê dide ku vegere welat. Rawestgeha wî ya pêşî jî Başûrê Kurdistanê, cih û warên pîroz ên civaka Êzîdî bû. Li Şengal, Şêxan û gelek deverên din, ji bo karên civaka Êzîdî bi rêxistin bike, ket nav hewldanan. Herî dawî sala 2014’an piştî Fermana 3`yê Tebaxê, berê xwe da Şengalê û wek endamekî Koordînasyona Civaka Êzîdî beşdarî xebatan bû.
Di nava 4 salên derbasbûyî de, mohra xwe li gelek kar û xebatên pîroz da. Ji ber hezkirina zêde, civaka Êzîdî li Şengalê ew wek ‘Mam Zekî’ bi nav kir.
Piştî rêwîtiya 39 salan a ked û fedekariyê, Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an li herêma Geliyê Şilo, şehîd bû.