Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên çeteyan ên li Şêxmeqsud, Sirîn, Qereqozak, Şêxler, Eyn Îsa û Şedadê de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax ê dikeve başûr rojavayê. Di heman rojê de ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser bajaroka Şêxler.
* Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi çekên giran êrîşek dijwar birin ser başûre bajaroka Eyn Îsa. Hevalekî me ku di encama van êrîşan de birîndar bibû, dema birin nexweşxane di rê de gihîşt şehadetê. Komên çeteyan dih jî li dijî heman herêmê bi çekên giran êrîşek cûda lidar xistin.
* Pêr çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li derdora gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşek lidar bixin. Piştî destwerdana hêzên me komên çete ji qadê revîn.
* Çeteyên DAIŞ’ê pêr 6 km li başûr rojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşek lidar xistin. Êrîşa ku bi maşîneya teqemenî dihat lidarxistin, ji aliyê hêzên me ve bêbandor hat hiştin.
* Çeteyên DAIŞ’ê pêr li derdora gundê Genterî yê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşek lidar xistin. Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku bersivên hişk dan êrîşa çeteyan de şerên dijwar qewimîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê şerî de nehatiye zelalkirin. Lê 3 termên çeteyan ketin destê hêzên me.
2 hevalên me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi fedekariyeke mezin şer kirin, gihîştin şehadetê.
* Doh çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Bucak ê dikeve başûrê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê êrîşek lidar xistin. Hêzên me bersivek hişk dan êrîşa çeteyan a ku çarxêrêya gundê Malha hedef digirt. Di encama şerên ku nêzî 2 saetan dom kirin de 4 çete bi awayekî mirî hatine dest xistin. Hêzên me 3 kleş û 3 rextên întîxarî yên çeteyan jî bi dest xistin.”
Li Şêx Meqsûd êrîş dewam dike
Di daxuyaniyê de têkildarî şer û pevçûnhen li Helebê de jî ev agahî hatin dayin:
“Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.
Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan ji herêmên Mekteb Eqtar û Muselles hewl dan têkevin taxê. Piştî destwerdana hêzên me li her du qadan jî şerên dijwar qewimîn. Di şerên herêma Mekteb Eqtar de 5, di şerên herême Muselles de jî 4 çete hatin kuştin.
Hevalekî me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi fedayîtî şer dikir, gihîştiye şehadetê.”
NAVENDA NÛÇEYAN