Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî rexne li Tirkiyeyê kir ku soza xwe bi cih neaniye. Caferî ragihand ku heyeta Tirkiyeyê ya ji bo danûstandinên fermî hat Bexdayê, di prensîbê de qebûl kir ku leşkerên xwe ji xaka Iraqê vekişîne, lê belê piştî vegeriya Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir, daxuyaniyeke din da. Caferî ragihand ku mafê serweriyê yê Iraqê xeta wan a sor û got, "Ev welat wê destûrê nede ku ti kes xeta wê ya sor binpê bike. Em hebûna leşkerên Tirk li Iraqê weke êrîşek li dijî Iraqê dibînin."
Hebûna leşkeran nayê qebûlkirin
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm bertek da destwerdana leşkerên Tirk û got ku divê ku li hemberî vê yekê derkevin.
Fûad Masûm li Bexdayê bi Serokwezîr Haydar El-Ebadî, Serokê Meclîsê Selîm El-Cubûrî û lîderên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Di civînê de, di serî de mijarên neqebûlkirina hebûna leşkerên Tirk li nava xaka Iraqê û çareseriya nakokiyên navbera hikûmeta navendî û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de, bi giştî 14 mijar hatin nirxandin û zelalkirin. Di daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Iraqê de hat gotin, “Desteka dewletekê ji bo Iraqê, pêwîste bi rêyên fermî û bi navbeynkariya peyamên bi hikûmetê re bê kirin. Bêyî lihevkirina bi hikûmeta Iraqê re ketina leşkerên Tirk li nava xaka welêt nayê qebûlkirin û divê li dijî vê rewşê bê derketin.”
BEXDA