Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 1’ê Nîsanê artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundê Girê Sor ê li rojhilatê Kobanê û gundên Çariqlî, Siftek û Boan ên lir ojavayê Kobanê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin,b alafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk jî di heman demê de li ser herêmê geriyan.
Navendê diyar kir, heman şevê, çeteyên artêşa Tirk jî bi çekên giran êrîş birin ser Girê Şehîd Şîlan ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê. Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di êvara 2’ê Nîsanê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê, Belûnê û Vîla Qadi; dîsa heman şevê bi çekên giran êrîş birin ser qada Til Silor ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.
NAVENDA NÛÇEYAN