YPG’ê derheqa êrişên çeteyan ên li dijî Efrîn û Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de daxuyanî da û got: “Êrişên çeteyan li dijî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê û gundên Efrînê, didomin. Her wiha li taxê maşîneyeke çeteyan hatiye derbkirin û gelek çete hatine kuştin.”

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Kantona Efrînê, bi vê rengî ye: “Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Surî de tevdigerin ên wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.

Komên çeteyan 26’ê Tîrmehê saet 13.00’an ji milê Rêya Cendol hewl dan êrişê bibin ser taxa Şêx Meqsûd. Piştî destwerdana hêzên me li deverê şerekî dem kin qewimî û di vî şerî de maşîneke leşkerî ya çeteyan hat derbkirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”


Şervanek şehîd bû

Di daxuyaniyê de li ser êrişa piştî nîvê şevê jî ev agahî hatin dayîn: “Çeteyan heman rojê saet derdora 24.00’an, vê carê ji milê Şara 20’an êrişeke berfireh li dar xist. Çeteyan bi çekên giran û hejmareke zedê êrişî çeperên hêzên me kir. Şerê li deverê destpêkirî, heta serê sibê dewam kir. Çeteyan li hemberî berxwedana hêzên me xwe negirt û neçar man vekişin.

Di şerê li vê deverê de gellek kuştî û birîndarên çeteyan çebû lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Di van şerên dijwar de hevalekî me ku ji bo şikandina êrişên çeteyan bi lehengî şer dikir, gihiştiye şehadete û 3 hevalên me yên din jî birîndar bûn.”

Ji bo êrişên li dijî Kantona Efrînê jî YPG´ê da zanîn ku “Komên çeteyan heman şevê saet 22.00’an heta saetên siharê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êriş birin ser gundê Maranez ê li ser sînora Efrîn û Ezazê. Hêzên me jî bi awayekî bi bandor li çeperên çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehat zelelkirin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN