Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser taxên rizgarkirî yên aliyê rojhilatê Reqayê hat şikandin. Di encamên şerên dijwar de 31 çete hatin kuştin, 3 panzêr û maşîneyên çeteyan hatin îmahkirin.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 25`an de bi dijwarî dewam dike.
Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di hundirê bajarê Reqayê de hatin dorpêçkirin, pêr saet 12:00`an êrîşî nuqteyên şervanên QSD`ê yên li taxên rojhilat ên rizgarkirî kirin. Şervanên QSD`ê bersiva êrîşan da û li herêmê şerekî dijwar rûda. Di encamê de şervanên QSD´ê derbeke mezin li çeteyên DAIŞ’ê xist û 31 çete kuştin, 3 panzêr û 2 erebeyên çeteyan hatin îmhakirin û 2 erebeyên mayînkirî jî hatin ruxandin. Her wiha di oxira vê yekê de jî 4 şervanên QSD`ê şehîd bûn, û 6 şervan jî birîndar bûn.
Li aliyê din piştî nîvêşevê çeteyan xwest li aliyê başûr korîdorekê vekin, lê şervan yekser pê hisiyan û bersiva wan dan. Di encamê de hejmareke nediyar a çeteyan hat kuştin.
Li aliyê Rojava jî, piştî şer, şervanên QSD`ê derbasî destpêka taxa Dirêyê bûn û hin cih li vir rizgar kirin. Taxa El-Diriyê yek ji taxên stratejîk ê Reqayê ye. Li hawirdora wê taxa El-Mirûr, El-Panorama û taxa El-Nehda hene û bi taxên rojava yên Reqayê bi hev ve girê dide.
REQA