Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa roja 29’ê Kanûnê du caran bi çekên giran êrîş biriye ser gundê Til Şeîr ê li rojavayê Kobanê.Navendê diyar kir, artêşa Tirk doh jî bi çekên giran êrîşî gundê Siluleh ê li rojhilatê Kobanê kiriye û di heman demê de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê firandiye.


 KOBANÊ