Navenda Çapemeniya YPG’ê jî bi daxuyaniyekê agahiyên li ser 83 kuştiyên çeteyên ser bi Tirkiyeyê piştrastkirin. YPG´ê da zanîn ku komên çete bi 500 çeteyan êrişî herêma Şehba kirine, p di encama bersiva dijwar de 83 çete hatine kuştin, her wiha gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku di şer de 11 şervanan jiyana xwe ji dest daye.

YPG bi bîr dixe ku êrişan 27’ê Nîsanê dest pê kiriye û weha dewam kir: “Tenê me mafê parastina rewa bi kar anî û rêz li beramberî peymana navnetewî raber kir. Ji ber ku em giredayî peymana agirbestê bûn. Lê em bi êrişên van komên hanê re rû bi rû man.”


‘Îstîxbarata tirk bi rê ve dibe’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete bajarê Ezazê bi alîkariya Tirkiyeyê wekî wargeheke bingehîn ji bo êrişbirina ser herêma Şehba û belavbûna xwe ya herêmê bikar tînin û wiha hat domandin: “Komên çete li bajarê Ezazê bi perspektîfa dewlata Tirk û bi alîkariya dewletê bi çek û cebilxane êrişî şervanên me dikin. Îstîxbarata Tirk li bajarê Ezazê van şeran li dijî hêza me bi rê ve dibe.”


‘Bi 500 çeteyan êriş kirin’

Li ser êrişên komên çeteyan ên ku ji 27’ê Nîsanê ve li dijî herêma Şehba li dijî nuqteyên YPG û QSD´ê jî, di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hedefa wan bajarokê Erfat (Til Rifet) û nuqteya Beradê bû  ku di navbera Erfat û Eyn Deqna de ye. Li  gundê Eyn Deqna bi çekên giran, wesayîtên zirxî û bi gellek tangan êriş pêk anîn. Di vî şerî de zêdetirî 500 çeteyî cih girt. Yekîneyên me bersiva tund da van êrişan û li wê qadê şerekî pirr dijwar rû da. Di vî şerî de 83 çete hatin kuştin û 66 cenaze niha di destê şervanên me de ne. Her wiha bi sedan çete jî hatine birîndarkirin. Niha ew li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên dermankirin.”


‘Êriş şikestin’

Di daxuyaniyê de YPG´ê got, ev êrişên herî dijwar ên çeteyan bi temamî hatine şikandin û lêsteya cebilxane û alavên bi destkirî jî eşkere kir. 

YPG´ê da zanîn ku di şer de 11 şervanan jiyana xwe ji dest daye û komên çete hişyar kirin da ku careke din rêya xwe şaş nekin û êrişan neynîn ser çeperên YPG’ê. 

Navendê daxuyaniyeke din li ser şerê doh û pêr ên li Helebê û êrişên DAIŞ´ê li dijî kantona Kobanê jî weşand. YPG´ê da zanîn ku maşîneke leşkerî û nuqteyeke ku komên çete ji xwe re weke cebilxane bi kar dianîn li Helebê hatine îmhakirin û di şer de herî kêm 2 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên çeteyan ên li hemberî Tişrînê jî hatine şikandin û çeteyan ji Cerablûsê êrişî bajarokê Şêxler jî kiriye.



 NAVENDA NÛÇEYAN






Dijmin Efrînê  topbaran dike


Di êrişa komên çete yên koalisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyeyê (KSN) li dijî gundên Efrînê de, piraniya wan zarok 9 kes birîndar bûn. Şervanên YPG’ê û Ceyş El-Siwarê bersiv dan êrişên çeteyan ên li dijî nuqteyên Vîlata Qadî û Birad ên girêdayî herêma Şehbayê.

Komên çete û bermahiyên ENKS’ê piştî ku qederek çek û cebilxane ji hikûmeta AKP’ê wergirtin, doh bi çekên giran êrişî herêmên rizgarkirî yên Şehba û gundên Kantona Efrînê kirin.

Di encama êrişên bi fûzeyên Katyoşa ên li dijî gundên Qestel Cindo, Baflone, Qitmê yên navçeyên Şera de 5 ji wan zarok, 9 sivîl birîndar bûn. Ji wan 8 kes ji bo dermankirinê rakirin nexeşxaneya Avrîn a Efrînê û yek jî rakirin nexweşxaneya Qemberê.

Li gorî doktoran rewşa birîndaran baş e. Nûçegihanên ANHA’yê jî ragihand ku êrişên komên çete yên li dijî nuqteyên Vîlat Qadî û Birad ên li rojhilatê gundê Malkiyê û rojavayê bajarê Ezazê, yên bi çekên giran jî didomin. Şervanên YPG’ê û Ceyîş El-Siwar, bersivê didin êrişên çeteyan.  


 EFRÎN