Desteya Weşanê ya ROJNEWS’ê da xuyakirin ku ajansa wan ji 24’ê Tîrmehê ango dema destpêkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ve, rastî astengiyan tê. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê komkujiyan li gelê Kurd dike û li Başûrê Kurdistanê jî bi êrîşên hewayî re cih û warên sivîlan hedef digire, ji bo rastî negihêje gel û raya giştî, qedexe û astengî derdive pêşiya apemeniya azad û medya Kurd.”


Xebatên me bi moralek mezin bidome

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ajansa me ya ku xebatên xwe bi şiyara ‘ronîkirina rastiyan karê me ye’ dimeşîne, ronîkirina rastiyan û parvekirina van bi gel re esas girt” û ev xal hat destnîşankirin: “Tevî hemû astengiyan jî ajansa me xebatên xwe dewam kir. Li ser vê yekê, li hemberî malpera me ya înternetê êrîşên giran ên sîber hatin kirin û ev êrîş hînê dewam dikin.

Bêguman ev êrîşên zexel, ji bo me ne tesadûfî ne. Di serî de li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û parçeyên din êrîşên bêperwa li hemberî gelê me, tê kirin. Li hemberî van êrîşên neyaran, berxwedana gelê me û hemû derdorên demokratîk bi heybetî dewam dike. Ji aliyê weşandin û nîşandana vê berxwedanê ve weke ajans me ti carî teredût nekir, em ê ji niha û pê ve jî nekin. Ji ber ku nûçeyên me xizmetê ji vê armancê re dikin, ya nayê hezmkirin û rastî êrîşan tê, rastî ne.

Xebatên me wê bi moralek û manewiyateke mezin bidome. Nûçeyên me wê di ser hesabên me yên medya civakî de bên weşandin.

Di serî de çapemeniya Kurd em bang li hemû derdorên hestyar dikin ku li hemberî van êrîşên li dijî çapemeniya azad hişyar û hesas bin.” 


 SILÊMANÎ