Cûzêf Silêwa bi daxuyaniyekê bal kişan ser bombebaranên ku dewleta Tirk di 16'ê Çile de li ser Herêmên Parastina Medyayê pêk anî û got: “Dewleta Tirk dîsan gundên Şeranişê yê Xiristiyan û gundên derdorê yên Kurdan bombebaran kirin, ji ber tirsa bombebaranê bi dehan malbat necar man di nav berfa heyî de koçber bibin."
‘Bi zimanê çekdarî neaxive’
Cûzêf Silêwa bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe bide rawestîn û wiha pêde çû: "Divê Tirkiye êrîşên xwe yên li hember sivîlan bide rawestîn. Tirkiye van kiryarên xwe karekî tirsanek dike. Pêwîste êdî Tirkiye midaxaleyî karûbarê navxweyî yê Iraqê neke û yasa navnetewî binpê neke. Bi hînceta şerê PKK'ê bi zimanê çekdarî neaxive."
'Divê Iraq bersivek tund bike'
Cûzêf Silêwa bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hikûmeta Iraqê bersivekî tund a dîplomasiyê bide dewleta Tirkiyeyê, da ku careke din serweriya xaka Iraqê binpê neke. Herwiha divê demil dest hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo malbatên koçber bûne cih peyda bikin û alîkariya pêwîst bê kirin.
ROJNEWS/BEXDA