
Li Kerkûkê duh di saetên danê sibê de teqînên dijwar pêk hatin û bajar veguherî gola xwînê. Teqînên destpêkê li taxa Rehîmawayê pêk hatin. Hat diyarkirin ku li vir buroyên PDK’ê kirin hedef û di encama êrîşa xwekujî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînên dijwar ên li Rehîmawayê, vê carê li navenda bajêr teqînên dijwar pêk hatin. Dema polîsan xwe amade kir ku ji teqînê biçe Rehîmawayê, li rastî êrîşek din hat û di encamê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava birîndaran de 3 rayedarên PDK’ê jî hene.
Her wiha, li navçeya Xûrmatû ya Kerkûkê jî 3 teqînên cûda pêk hatin û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Guman heye ku hejmara kuştiyan zêdetir bib.
Her wiha berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ji Rûdawê û got: “Civîna civata wezîran ji bo guftûgokirina teqîna dest pê kiriye û dê di vê derbarê de biryarên pêwîst bên wergirtin.” Sefîn Dîzeyî wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan teqînan bi tûndî şermezar dike. Wekî hemû deman nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina birîndaran vekiriye û em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû arîkariyan amadene.”
Êrîş zêde bûn
Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşên di van demên dawiyê de li Kerkûkê li hemberî Kurdan pêk tên, piştî ku rêveberiya Bexdayê xwest leşkeran têxe bajêr zêdetir bûn. Serokwezîrê Iraqê Nûr El Malikî Hêza Operasyonê ya Dîcleyê ber bi Kerkûkê ve şand û ev yek rê li ber nerazîbûnek tund a Hukûmeta Herêma Kurdistanê vekir. Rêveberiya Hewlêrê ji bo parastina bajêr bi hezaran pêşmerge şand Kerkûkê.
Piştî wê, li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di navber hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, roja 16’ê mijdarê peçvûnek qewimî. Li gorî agahiyên fermî kesek di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da.
Di demek de ku Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin hemberî hev, bi taybet di meha berfanbarê de êrîşên li Kerkûkê yên li dijî Kurdan zêde bûn. 31’ê berfanbarê, di saetên danê êvarê de li dijî avahiyê PDK’ê êrîşên çekdar û bombeyî pêk hatin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe jid est dabûn. Di pevçûnan de 4 êrîşkar jî hatibûn kuştin.
ANF/KERKÛK
KNK: Êrîş li dij destkeftiyên Kurda ye
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên li Kerkûkê li dij avahiyên PDK'ê pêk hatin şermezar kirin.
KNK'ê ku ji malbatên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest ev peyam da: "Di van rojên ku êrîşên li dijî gelê Kurd de zêde bûne, li başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê jî teqînek pêk hat û di encamê de gelek hemwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek hemwelatiyên Kurd jî birîndar bûne. Em weke KNK'ê, di vê pêvajoya dîrokî de, ku êrîşên li dijî gelê Kurd li her cih û warî zêde bûne, car din bang li hêzên siyasî yên Kurd teva dikin ku ji bo Konferansa Neteweyî bi dilsozî haraket bikin. Pêwiste werê zanîn ku pêkanîna Konferansa Neteweyî tê wateya Kurdistana yekbûyî û gihiştina azadiya tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê.
Bi vê mebestê em careke din êrîşa komkujiya li Kerkûkê lanet dikin û ji malbatên kuştî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."
KNK'ê di peyama xwe de êrîşa Kerkûkê jî mîna tevkujî û êrîşên din ên li dij destkeftiyên Kurdan binav kirin û wiha berdawamiya peyama xwe anî: "Di vê pêvajoya hassas û dîrokî de, li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd, di nava têkoşînek şoreşgerî de ye û li Rojhilata Navîn jî wek aktorê sereke derketiye holê. Ev serketina gelê Kurd, li xiş û hesabê hêzên dagirker nayê. Lewma bi dijwarî êrîşî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd dikin. Êrîşkeriyên terorane û faşîzan yên li dijî gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pêk tên. Guman têde nîne ku êrîşa li Kerkûkê, di çarçoveya konsepta li dijî destketiyên gelê Kurd e.
Mîna li Parîsê hate xuya kirin, li Kerkûkê jî, êrîşa komkujiyê li dijî kesayetî, rêxistinî û saziyên gelê Kurd têne lidarxistin."
BRUKSEL