Armanc tinekirina îradeya jina azad bû. Ne tenê jinên Kurd, jinên Kurd, Ereb, Ermen, xwestin hemû jinan di vî şerê terorê de li bin paçê reş binixumînin.

HÎVDA HEBÛN / ANHA/ŞEHBA

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hediye Yûsif li ser hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê peyivî.

Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wê li dijî jinan û got, “Dema ku terorê sala 2013’an dest pê kir, li Mûsil, Şengal û Kobanê hedefa sereke ya êrişan jin bûn. Xwestin bi êrişa li dijî jinên Êzîdî, nirxên pîroz ên gelê Kurd ji holê rakin. Niha li cihanê gelek guhertin çêdibin, tevgerên jinan derdikevin pêş û jin dibin xwedî îrade. Çawa wê pêşî li vê bigirin? Bêguman wê bi êriş û hovîtiya li dijî jinê hewl bidin pêşî li vê bigirin. Li Şengalê 4 hezar jin revandin, li bazaran firotin. Hîna jî bi hezaran jin winda ne û li bazaran tên firotin. Xwestin perdeyeke reş bikişînin ser îradeya civakê û mirovan. Ne tenê jinên Kurd, jinên Kurd, Ereb, Ermen, jin hemû di vî şerê terorê de li bin paçê reş hatin nixumandin. Ez ji vê re dibêjim, sembola serdema tarî. Bi destwerdan û kuştina jinê re xwestin, kiryarên xwe yên qirêj binixumînin.”

Bi mejiyê paşverû êrişî jinan kirin

Hediye Yûsif li ser kiryarên kirêt yên dewleta Tirk ên li Efrînê jî got, “Dewleta Tirk her roj li pêş çavên dinyayê li dibistanan û mizgeftan bi rengekî eşkere propaganda vê zêhniyeta qirêj dike. Nîşaneya herî mezin a vê yekê li Efrînê ye. Li pêş çavên tevahiya dinyayê bi cenazeyê Şehîd Barîn lîstin. Bi tena serê xwe ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk vî mejiyê paşverû li dijî jinê birêxistin dike. Dagirker, dema ku ketin navenda Efrînê destpêkê êrişî jinan kirin û kiryarên herî qirêj li dijî jinan kirin. Bi dagirkirina zayendî ya li dijî jinê re dewleta Tirk xwest jinê ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bîne. Vê yekê ne tenê li dijî jinên Kurd dike. Li dijî hemû jinên li Efrînê dike. Tişta ku li Şengalê û gelek deveran li dijî jinan hate kirin, niha li Efrînê li dijî jinan tê kirin. Li Efrînê jin bipêşketî bû, vekirî bûn. Bi fikrê felsefeya azadiyê hatibûn perwerdekirin. Dewleta Tirk a dagirker çawa ku Efrîn dagir kir, jin jî dagir kirin.“

Têkoşînek xurt lazim e

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hediye Yûsif  di dawiyê de got, “Armanc tinekirina îradeya jina azad bû. Ne tenê jinên Kurd, jinên ji hemû pêkhateyan para xwe ji vê hovîtiyê wergirt. Lazim e di serî de jinên Efrînê hemû jin li dijî vê siyasetê li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li her deverê serî hildin. Divê di warên leşkerî, siyasî, çandî û civakî de têkoşîneke xurt bimeşînin û vê siyasetê têk bibin.”