Dewleta Tirk bi qeyûman şaredariya Êlihê 23’yê Adarê dagir kir. Niha armanca sereke ya vê dagirkeriyê xwe bi jêbirina Kurdî ji malpera şaredariyê eşkere nîşan dide: Tinekirina îradeya miletê Kurd, tevî çand û zimanê wî.

Dewleta Tirk hema piştî Newrozê, 23’yê Adarê bi qeyûman 8 şaredariyên din ên bakurê Kurdistanê dagir kirin. Ji bilî şaredariyên navçeyan ên Erxenî, Lice, Farqîn û Gêlê, di nava van de şaredariya bajêr a Êlihê jî hebû. Karê pêşî yê dijîtal ê ku qeyûmê dagirker kirî jî bû êrişa li dijî Kurdî. Li ser malpera şaredariyê, berê mirov dikarî ji zimanan Kurdî jî hilbijêre. Qeyûm êrişa xwe ya dîjîtal bire ser vê tercîhê û ew tercîh betal kir. Yanî di vê dema giran a mirovahiyê de ku tevdîrên li dijî vegirtina vîrusa koronayê diviya herî li pêş bin, ji bo dewleta Tirk tiştekî din heyatî ye û ew jî tinekirina mileletê Kurd tevî, çand û zimanê wî ye.

Di 23’yê Adarê de Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk a dagirker, bi qeyûm şaredariya Êlihê jî dagir kir. Qeyûm çawa hat şaredariyê, ewilî ji malpera înternetê ya şaredariyê tercîha Kurdî jê bir.

   

Rantê dewam kir

Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, li dijî avahiyên qaçax rabûbûn û gotibûn ew ê paşeroja bajêr radestî çar pênc mutahîdan nekin. Lê belê bi dagirkeriya qeyûm re careke din avakirina avahiyên qaçax dest pê kir.

Demir li ser mijarê got, “Piştî em hatin binçavkirin, qeyûm pankartên me yên li ser avahiyên bêhesin, bêçîmento, bêstûn û rizandî rakir û dest bi karê înşeatê kir. Ev yek jî nîşan dide ku wê qeyûm bibe sedema texrîbatên çawa. Piştî em ji peywirê hatin girtin demildest dest bi çêkirina avahiyên qaçax hat kirin. Ev yek jî nîşan dide ku bê hesab û kitabên wan çawa ye. Qeyûm û muteahîd di şevekê de li ser çi li hev kirine gelo?”

Bi canê Kurdî ketin

Qeyûmê dagirker armanca dagirkeriyê ya sereke jî zû da der. Wî êrişa xwe ya pêşî ya dîjîtal bire ser zimanê Kurdî. Tercîha zimanê Kurdî ya di malpera şaredariyê de jê bir. Ligel vê gelek nûçe û daneyên di malpera şaredariyê de jî jê birine û agahiyên der barê hevşaredaran de jî jê birin. Qeyûm ji dêvla vebêjirka Kurdî, vebijêrka “Maseya Spî” li malperê zêde kir û nivîsên bi Kurdî hemû jê birin.  Piştî dagirkerina şaredariyê, qeyûm ji hesabê şaredariyê yê twîtterê hemû tweet birin. Bi ser halan de hesabê şaredariyê, hesabekî trol ê bi navê @Guctoy1 jî dişopîne.

 

ÊLIH