Çeteyên DAIŞ’ê doh danê sibê êrişî nuqteya YBŞ’ê ya li Medîwanê kirin. YBŞ’ê bi tundî bersiv da û di encamê de wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin û êriş hate têkbirin.

Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Gundê Hellûş ê bajarokê Medîwanê yê Şengalê, saet 05:45’an bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrişî nuqteya hêzên YBŞ’ê kirin.

Hêzên YBŞ’ê bersiv da çeteyên DAIŞ’ê û şer derket. Di vî şerî de YBŞ’ê êriş şikand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, YBŞ’ê bersiveke tund daye çeteyên DAIŞ’ê û wesayîteke wan a bombebarkirî rûxandiye û çeteyên din neçar mane paşde birevin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN