
Xebatkarên PÇDK'ê dema ji bo ji bo gilî bikin çûn Navenda Polîsan a Derkarî di derketinê de pêşiya wan ji aliyê maşîneke sor hat qutkirin û bi çekan êrîşî maşîneya ku xebatkarên PÇDK'ê têde ne hat kirin. Ji ber gulleyan camên maşîneyê şikestin û partîgirên PDK'ê yên li derdor kombûne jî bi kevîran êrîş birin ser maşîneya ku xebatkarên PÇDK'ê têde ne. Li gorî agahiyan rewşa xebatkarên PÇDK'ê baş e
Ligel êrîşa li Zaxo li Taxa Etut a Dihokê ciwanên PDK'ê êrîşî xebatkarên PÇDK'ê kirin. Tevî êrîşan heqaret li malbatên xebatkaran hat kirin û destên xwe li xebatkarên jin ên PÇDK'ê rakirine.
Li Koyê û Dûkanê xebatên hilbijartinê
Tevî êrîşan jî PÇDK xabatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Seroka lîsta 113 a PÇDK’ê û namzeta bajarê Silêmaniyê Necîbe Omer mal bi mal geriyan, poster, al, qart û rêziknameya xwe belav kirin. PÇDK’yî tevi seroka lîsteya 113 a PÇDK’ê Necîbe Omer çûn bajarokê Aştî yê girêdayî navçeya Koyê. Li Aştiyê di nav taxan de mal bi mal geriyan û poster, al û rêziknameyên PÇDK’ê belav kirin. Omer ji rûniştvanên bajarokê aştiyê re qala partiya xwe kir û ji wan xwest dengên xwe bidin lîsteya 113 û namzetên wê. Piştî bajarokê PÇDK’yî çûn bajarokê Xelekan yê girêdayî navçeya Dûkana Silêmaniyê. Li Xelekanê jî bi heman awayî di nav bazar û kolanan de al û posterên PÇDK û namzetên wê hatin belav kirin, PÇDK bi gelê deverê dan naskirin herwisa ji gel xwest dengê xwe bidin lîsteya 113 a raman û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bingeh digre. PÇDK’yî tevî namzeta Silêmaniyê Omer herî dawî ji Xelekan çûn bajarokê Siktan yê girêdayî navçeya Koyê. Li vê derê jî heta direngiya şevê li rexmî hemû westanê xebatên xwe domandin.
DUHOK/SILÊMANÎ