• Dewleta Tirk a înkarker û qirker di êrişa li ser Kurdistanê de derket derveyî her rêzik û pîvanê. Di salên dawî de 47 caran êrişî cenaze û qebran kir. Nikarî bi şoreşgeran êrişî qebran kir.
Dewleta Tirk a înkarker û qirker; piştî ku ”pêvajoya çareseriyê” bi dawî kir êrişî Kurd û Kurdistanê kir. Kengî nekarî bi têkoşerên Kurdistanê êrişî meyt û qebrên wan kir. Di salên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrişî goristanan kiriye û hewldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam mane. Piştî ”pêvajoya çareseriyê” ya bi Rêber Apo re di Adara 2015’an de dewleta Tirk bi dawî kir û biryara êrişan li ser Kurdistanê da, hovîtiya dewleta Tirk bi fermana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji nû ve destpê kir. Bi vê pêvajoyê re li gelek bajaran ezyet li cenazeyan hat kirin û êrişî goristanan hat kirin. Goristanên ku cenazeyên PKK’yî, YPG’yî û YPS’iyan gelek caran hem bi helîkopteran hatin bombeberankirin hem jî bi dozer û kepçeyan hatin xerakirin. 47 caran êrişî goran kir Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sêrt û Colemêrgê gelek caran goristan hatin xira kirin. Bi taybetî jî êrişa li ser goristan û cenazeyan piştî qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê hatibûn îlankirin zêde bûn. Herî zêde goristanên li Licê û Geverê hatin texrîbkirin. Di vê pêvajoyê de 282 cenazeyên PKK’yiyan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û ew biribûn li kîlyosê di bin peyarêyekê de veşartibûn. Ji Cotmeha 2015’an heya niha bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrişî goristanan hatiye kirin. Her wiha hewldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam man. MA/AMED