“Li gorî min modêlaRêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê modêleke pêşketî ye û dikare li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were.”

 

Siyasetvanê Sûrî Hûsam Elûş got, dibe ku piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser Idlibê, destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê û Bakurê Sûriyeyê bi dawî bibe.

Hûsam Elûş bal kişand ser nakokiyên di navbera Rusya, Îran û Tirkiyê de û got, li gorî hevpeymanê erkek ji Tirkiyê xwestinê ku divê ew jî bi cih bîne, erka wê jihevxistina Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê ye.

Elûş, pirsên Hawar News’ê (ANHA) yên di derbarê Idlib’ê de bersivand

Rewşa Sûriyeyê, bi taybet Idlibê ber bi kû ve diçe?

Aloziya Sûriyeyê di rewşa xwe ya girêk de tiştekî nû di aliyê derve û hundir de derxist. Ew jî avakirina qutibek anî ji hevbendiyeke nû re ku ji sê welatên girantor “Rûsya, Îran û Tirkiyê” pêk tê. Em dikarin bêjin qutibê sê aliyê yê girantor di şekil de yek e, lê armanca her dewletekê cuda ye. Îran di bin navê şerê li dijî terorê de dixwaze rêjîma Sûriyê biparêze û mayînde bike. Em dikarin bêjin ku dirûşmeya Îran û xeta wê ya stratejîk ev e.

Rûsya di serî de Putin, dixwaze qutbekî nû li Sûriyeyê ava bike, da ku hebûna xwe îspat bike û tabloya cîhanê ji yek qutibî ku Emerîka serkêşiya wê dike veguherîne du qutban. Di nêrîna min de ev qutb an ev welat di pêşerojê de wê rêjîmeke siyasî wekî ya Beşar El-Esed naxwaze.

Xeleka sêyemîn a welatên garantor Tirkiyê ye. Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destwerdanê dike. Rola Tirkiyê di herêmê de xirab e. Destpêkê destek da terorîstan û Îxwan El-Muslimîn. Armanca Tirkiyê avakirina Îslameke siyasî ye. Di nêrîna min de ev proje têk çû, paşê destwerdana leşkerî kir û hin herêmên Sûriyeyê dagir kir. Ya herî dawî Efrînê bû, da ku planên xwe ji vir ve pêk bîne. Armanca tekane ya Tirkiyeyê şerê li hemberî gelê Kurd e û ne tiştekî din e.

Bûyerên ku sê mehên dawî li Sûriyeyê rû dane dê mohrekê li siberoja Sûriyeyê deyne. Çawa ez dibînim ku serkeftinên li hemberî rêxistinên Îslamî yên tundraw li hemû herêmên Sûriyeyê û gundê başûrê Sûriyeyê pêk hatine dê tiştek din biafirîne. Ev yek dê wisa be; yekem, paşketina rola leşkerî di rêzkirina şerê Sûriyeyê yê siyasî, bi rengekî din, çek, şer, kuştin û wêrankirin siberoja Sûriyeyê diyar nake. Ya ku dê siberoja Sûriyeyê diyar bike danûstandinên siyasî, aştiyane û demokratîk e. Duyemîn, paşketina rola Encumena Niştimanî ye. Heger beşdarî hevpeymaniyek din bibe, hevpeymaniya şepêla Niştimanî bibe, wê tu rola wê nemîne. Li ser mijara Encumena Niştimanî û Koalîsyona Sûriyeyê û biloka Riyadê ti rola wan nemaye, lê ne niha wê dûvikên wê li ser erdê hebin, wê xîtaba wî ya siyasî di çareseriya aloziya Sûriyeyê de tune be. Li vir rola welatparêz û demokratîkrazîxwazan derdikeve holê, wê rola leşkerî di çareserkirinê de nebe, dê hilbijêra siyasî, demokratîk ne navendî ew esas be.

Li gorî şopandina we, heger wan welatan li ser Idlibê li hev nekin,  wê rewş  çawa be?

Nakokiyên van welatan bi taybet Rûsya û Tirkiyê di civîna Tehranê de diyar bû. Alternatîfa leşkerî hebûna Tirkiyê ne tenê li Idlibê, li tevahî Bakurê Sûriyeyê tune dike. Ji ber ku Rûs dixwazin ala Sûriyeyê li tevahî xaka Sûriyeyê hildin. Ji ber ku dixwaze rêjîm bimîne, ev yek li dijî berjewendiyên Tirkiyê ye. Lê taktîka ku Putin niha dimeşîne ew e ku Tirkiyê venegere hembêza Emerîkayê.

Bi nêrîna min, destwerdana  Idlibê dê li gorî merheleyan be. Merheleya yekem Laziqiyê ji Idlibê were dûrxistin û riya Hema û Helebê were vekirin. Heger wisa çêbibe, riya Hema û Heleb dê xeteke dirêjiya 15-20 km were vekirin û aramiyê li pêşiya gelê Sûriyeyê vebe, di heman demê de riya Laziqiyê riyeke aktîv e.

Texmîn dikim, li gorî hevpeymanê erkek ji Tirkiyê xwestinê û divê ew jî bi cih bîne. Erka wê jihevxistina Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê ye. Her wiha zemîna çareserkirina siyasî amade bike ango radestkirina çekan pêk bîne. Dibînin ku bi qasî aliyê siyasî pêş de dikeve li beramberî wê aliyê leşkerî paş de diçe. Li ser vê yekê divê em ji bo diyalogên siyasî bixebitin, heger em bi hevbendiyeke niştimanî û demokratîk bi rêjîmê re be an jî bi riya Cenevrê ve em muzekereyan pêk bînin.

Li gorî min modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê modêleke pêşketî dikare li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were, ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê û mafê wê pêk bîne, di heman demê de yekîtiya xaka Sûriyeyê biparêze.

Li gorî we,  gelo dê alî li hev bikin, yan hilbijêra leşkerî li pêş be? Wekî din rewşa sivîlan dê çawa be?

Diyar e, di lihevkirinên demkî de cih û zeman hate diyarkirin, nemaze piştî nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyê ve ku çarenûsa herêmê diyar dike

Tiştên ku dê mehên bê de werin kirin, çekên giran werin kişandin û Heyet Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusra û hevalbendên wê werin jihevxistin. Di heman demê de atmosfêra lihvekirinên siyasî werin destpêkirin. Ez bi vê yekê bawerin, divê em bixebitin da ku ev yek ser erdê pêk were, ne tenê li Idlibê, lê li herêmên din ên rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz pêk were. Em hemû Sûrî ne, divê em hemû li ser yek maseyê rûnên û li ser siberoja welatê demokratîk û bi aştî, dûrî gefa çekê nîqaş bikin. Rêjîm hewl dide berhemên serkeftinên me yên leşkerî biçine, lê bi hebûna qutbekî niştimanî, demokratîk û hevgirtî û tiştek li pêşberî me nebe asteng.

 

NAVENDA NÛÇEYAN