Fermandarê HPG’ê yê Herêma Şengalê Egîd Civyan, di salvegera duyemîna  Qirkirina Şengalê de ji ANF’ê re axivî. Civyan bal kişand ser hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rûdana komkujiyekê li Şengalê. 

Fermandar Civyan, fermana 73’an a li Şengalê rabû, piştî Qirkirinên Ermenî û Yahûdiyan weke Qirkirina Sêyemîn a Sedsala dawiyê nirxand û got, “Par li platformên navneteweyî, hewldana komkujiyê ya li Şengalê weke jenosîdê hat binavkirin. Lê belê b tenê hat binavkirin. Sedema vê komkujiyê çi bû, kê rê li ber vekir; divê ev jî were binavkirin. Roj wê were, wê hesabê van komkujiyan bê pirsîn; berpirsyar wê li pêşberî edaletê, wijdanê mirovahiyê, raya giştî ya demokratîk û li dadgehên leşkerî hesab bidin.”

Civyan destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî qirkirinê biryareke dîrokî standiye û diyar diyar kir, divê civaka Êzîdî vê rastiyê baş zanibe; eger hêzek xwe nespêre zemîneke bîrdozî, nespêre zemîneke neteweyî, nespêre berjewendiyên gel, her gavê dikare her tiştî bifiroşe, dikare mirovan bi mirin û komkujiyê re rû bi rû bihêle.


‘Gerîla li Şengalê destanê dinivîsîne’

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan da xuyakirin, ku ji roja dagirkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê û heta îro, her rojên van du salan bi berxwedan û lehengiyeke mezin derbas bûne û got, “Di nava civaka me ya Êzîdî de her tim leheng, Derwêş û Edûlê hene, ku qala wan tê kirin. Di nava van du salên dawî de Derwêş û Edûlêyên hemdem, lehengên hemdem di şexsê hevrêyên me yên şehîd ketin, xwe ji nû ve nîşan dan.“


Erk û wezîfeyên me ne qediya ne

Civyan diyar kir, ku gelek fedekarî û lehengî hatin nîşandan, lê hê jî wezîfeyên li pêşiya wan e, hene û destnîşan kir, ku hê erka wan neqediya ye.

Civyan bal kişand ser armancên hatina xwe û got, “Gelek armancên hatina me hene. Lê di destpêkê de dixwazim bêjim ku em ji bo çi nehatine; em ji bo armanceke siyasî nehatine, em ji bo parçekirina Başûrê Kurdistanê nehatine, em ji bo qutkirina Şengalê ji Başûrê Kurdistanê nehatine. Em ji bo armanca însanî hatine, ji ber erka xwe ya wijdanî û exlaqî hatine, ji ber wezîfeyên xwe yên welatparêziyê hatine. Û ev erk û wezîfeyên me hê neheqiya ne. Heta ku em soza me daye şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, em ê van erkên xwe pêk bînin.“


Divê Şengal xweser be

Têkildarî belgeyên WîkîLeaks ên li ser Mûsil û Şengalê, Civyan ev nirxandin kir:

“Wezîfeyên sereke hene divê bi cih werin anîn. Berî her tiştî hin gund hene hînê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Mirovên me yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, hene. Divê ev werin rizgarkirin.” 

 Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe û got, “Divê sîstema ku siberoja civaka me ya Êzîdî ewle dike, xwe bi xwe bi rê ve dibe û diparêzer, were naskirin. Pêwîste li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe. Pêwîste ewilî hikûmeta federal nas bike. Piştre Iraq nas bike û dûre ji aliyê sîstema navneteweyî ve were naskirin.“


ROJWAN KARAKOÇAN/ANF/ŞENGAL