Di salvegera pêncemîn a Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, mîtîngek pêk hat.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’, di 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir û heta roja îro bi rengekî bê navber dewam dike. Bi wesîleya salvegera pêncemîn a nobedê, doh li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin.
Di destpêka mîtîngê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç axivîn û ev çalakiya dîrokî ya pênc sal in didome, silav kirin.
Hat bibîrxistin, ku di nava 5 salan de bi qasî 1500 Kurd û dostên wan cihê xwe di nava çalakiya nobedê de girtin û hat destnîşankirin, çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke girîng e.
Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Hafiz Tûrhalli li mîtîngê axivî û ji ber helwêsta wan a xemsar, welat û saziyê Ewrûpayê şermezar kir. Tûrhalli rexne li welatên Ewrûpayê kir, ku demokrasiyê tenê ji bo aramiya xwe dixwazin û ji welatên Ewrûpayê xwest ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Tecrîteke giran li ser Ocalan e
Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) daxuyanî hate xwendin û çalakiya nobedê ya 5 sal li pey xwe hişt, hate silavkirin. Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda giran hate kişandin û hat bibîrxistin ku ji Nîsana 2015’an û vir ve tenê carekê Mehmet Ocalan çûye dîtina Ocalan.
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi gumanên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan hate kirin û hat destnîşankirin, cihê tecrîdê di ti hiqûqê de nîne.
Çalakî wê bidomin
Hat ragihandin, ku para dewletên Ewropayê di vê tecrîdê de heye û bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê hate kirin ku bi erka xwe rabin.
TJK-E bal bir ser girîngiya pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û destnîşan kir, her kesên daxwaza çareseriyê dikin divê xwedî li azadiya Ocalan derkevin. Di daxuyaniyê de nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdan e hate silavkirin û hat xwestin, li qadên din jî çalakiyên ‘hê afirîner’ bên kirin.
ANF/STRASBOÛRG