Akademiya Têkoşer Îzzet a Erka Xweparastinê dewreya perwerdeyê ya 5. bi merasîmekê bi dawî kir. Di dewreyê de 525  endamên ji tevahiya navçeyên Kantonê, 45 rojan dewam kir.

Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hêzî Reşîd û Mihemed Seîd Yûsiv, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa û  Cîgirê wî Ebdilhemîd Mistefa, Serokê Desteya Tenduristiyê Xelîl Sîno, Serokê Desteya parastinê Ebdo Îbrahîm, nûnerên YPG’ê û bi malbatên endamên dewreyê de amade bûn.

Di destpêkê de endamên erka xweparastinê merasîmeke leşkerî li dar xist û piştre jî sonda eskerî hat xwarin.

Piştre jî Cîgira Desteya Parastinê Dîcle Hisên axivî. Dîcle Hisên bidawîkirina dewereyê li endaman pîroz kir û got: "Ciwanên Kurd û Ereb bi hev re beşdarî nava erka xweparastinê dibin, ev jî tê wê wateya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de."

Her wiha Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Ebdilhemîd Mistefa yê ji pêkhateya Ereb jî axivî û got: "Em di wê baweriyê de ku şervanên me dê di vê rewşa hesteyar de erd û rûmetê biparêzin." 


 EFRÎN