Şandeyek ji Meclîsa Qanûnsaz çû serdana Akademiya Şehîd Kendal Efrîn a Erka Xweparastinê. Di nava şandeyê de hevserokên Meclisa Qanûnsaz Nîhad Ehmed, Fayîza Ebdî û endamên Meclîsa Zagonsaz hebûn. Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û cîgira wî Engîzek Kobanê jî bi wan re geriyan.

220 şervanên Erka Xweparastinê yên yekemîn dewreya perwerdehiya leşkerî şande bi merasîmeke leşkerî pêşwazî kir. Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen li pêşiya merasîmê axivî û got “Hêviya gelê Kurd û gelê Sûriyeyê ji we heye. Hûnê karbin ji vê hêviyê re bibin bersiv û bi ser bikevin.”

Hevseroka Meclisa Zagonsaz Fayîza Ebdî jî li ser tevlîbûna bi dildarî a ciwanan ji Erka Xweparastinê re axivî û got “Piştî ku Erka Xwe Parastinê li Kobanê despê kir, ciwanên me bi dildarî xwestin xizmeta welatê xwe bikin û welatê xwe biparêzin. Ev cara yekem e xeyala me pêk tê û artêşeke me ya me biparêze tê avakirin.”

Piştre endamên Erka Xweparastinê şanoyeke li ser jiyana xwe amade kiribûn, pêşkêş kir. 


KOBANÊ