Mamostayên navçeya Soran diyar kirin ku boykotkirina malê Tirkî erkekî exlaqî, mirovî û şoreşgerî ye û gotin ku ji bo pêşxistina berhemên xwemalî jî gaveke.

Mamosta Asos Salih diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk boykotkirin rêyeke û got; “Li Başûrê Kurdistanê ruh berda îradeya Kurdan. Ev îrade li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû xwedî yek helwestê. Ev boykot wiha dike ku em berê xwe bidin berhemên xwemalî û kargehên navxweyî ava bikin.”

Mamosta Dilşad Biradostî banga boykotê kir û got; “Em dikarin bi boykotê gelê xwe ji komkujiyan rizgar bikin.”

 

SORAN