Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pêr di danê evarê de Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa li mala xwe pêşwaziya Serokê Parlemena Kurdistan'ê Erselan Bayîz kiriye û civinekê di derbarê destûrên Herêma Kurdistanê pê anîne. Tê payîn ku di nava civînê de tu endamekî Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK'ê) û endamên Tevgera Goran tune bûne. Di civîna ku li mala Mistefa hatiye çêkirin de Bayîz û Mistefa der barê destûra Herêma Kurdistanê û behsa encamdayina û hilbijartinan kirine.

Tê gotin ku beriya niha jî di malpera Şar Press de hatibû belavkiri ku di civînê de behsa encamêdayînên demê dawî ya ku di derbarê hilbijartin û destûrên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Her wiha Serokê Parlemena Kurdistanê ji behsa encamên civîna di gel serokê fraksiyon û nûnerê komîteya nivîsandina bi destûr kiriye wê ji aliyê siyasî ve ji bona Tevgera Goran were eşkere kirin. 

DÎHA/SILEMANÎ