Serdestan ji bo ku di hiş û bîra Kurdan de bingehekî netewî çê nebe, tirbên rêber û pêşengên Kurd ên têkoşer, ji xelkê veşartine. Piraniya tirbên berxwedêrên Kurd ên mîna Seyîd Riza, Şêx Seîd û yên din ku di sedsala çûyî de pêşengiya têkoşîna Kurdan kirine, li kû ne, hê jî nayê zanîn. Her wiha piraniya tirbên şehîdên di têkoşîna hevdem a çel salên vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane jî, nayê zanîn. Serdestan ne Kurd wekî însan qebûlkirine û ne jî ji miriyên wan re helwesteke însanî rewa dîtine!.. 

Apê Mûsa (Mûsa Anter), ev rewş wiha anîbû zimên: 

“Ji bo me Kurdan zaliman lûgatek çê kirine, 

di lûgata wan de navê kuştina me kurdan ’paqijî’ ye 

Û tirbên me yên bi hev re jî

tim best, gelî, çem û newal in…

Li Sêrtê Newala Qesaba,

Li Dêrsimê Çemê Munzûrê,

Newala Qutê, Sî û Sê Gule, Çiqûrce û Helepçe…

Ey xwedê êdî bes e lo!..”

Termên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî, mîna tovên jiyana serbixwe û azad, li seranserê axa Kurdistanê belav bûne. Gerîlayên Rojhilatî û Rojavayî li Bakur, ên Bakurî û Başûrî li Rojava û herwiha li Rojhilat di himbêza axa welat de radikevin.

Kurd, ev çend sal in, tirbên zarokên xwe yên li serê çiyayan şehîd bûyî, tînin cem hev û ji bo wan goristanan ava dikin. Hên şûna termên bi sedan şehîdan jî nayê zanîn û tu tirbeke wan a ku dê û bavên wan li ser şîna wan bigirin, tune ye…

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li her çar parçeyên welêt ji bona vê yekê komîteyên şehîdan saz kiriye da ku şûna tirbên têkoşêrên pakrewan bê zanîn, dê û bavê wan û xelk wan ziyaret bike û bibîrbîne…

Dewletên serdest bi êşandin û kuştinê bixwazin hişmendiya neteweyî ya Kurdî tune bikin jî, Kurd wê hişmendiyê bi bedelên pirr giran, bi êşê ji nû ve jînî û zindî dikin. Dewleta Tirk li hember hebûna Kurdan xwedî feraseteke însanî û wijdanî nîn e û hê jî li dijî Kurdan di polîtîkayên dijînsanî û hov de bi israr e; ne tehamûlî Kurdên zindî û ne jî yên mirî dike…

Sala çûyî li Lîcê ya Amedê û hefteya çûyî jî li Gimgim a Mûşê goristana gerîlayan siftê hat bombebarankirin û paşê jî yê saxlemmayî hatin hilweşandin. Li hinda tirban, cemxane û mizgefta goristanê jî hate hilweşandin. Li heman rojan, wêneyê cesedê gerîlayekî ku li Qersê şehîd bûyî û ji hêla leşkerên Tirk ve lê êşkence hatibû kirin, di çapemeniyê de hate teşhîrkirin. 

Ev hovîtî, rastî Cejna Qurbanê hat. Careke din aşkere bû ku li hinda dewleta Tirk tu nirxên pîroz û mirovî nemane. Li ser vê yekê, Kurdan li şûna pîrozkirina cejnê, dan xuyankirin ku ew ê tirbên şehîdên xwe biparêzin û bi komên girseyî herîkîn ber bi goristanan ve…

Hîmê civakî û netewî yê Kurdî bi xwîna dehhezaran şehîdan him bi derûnî û him jî fîzîkî saxlemtir bûye. Di hiş de Kurdan sînor û bendên serdestan gişt şikenandine. Ne sînorên neyaran ne jî hovîtî û zilma wan êdî nikane zirarekê bide hişê netewî yê Kurdî. Eger îro xelkên cîhanê gişt Kurdan naskirine, ev li ser saya vê hîmê û bi vê têkoşînê pêk hatiye.

Ji bo netewebûneke tendurist û jîndar gereke nirxên netewî yên derûnî jî bêne parastin. Ew wateya jiyanê ne. Qasî kevneşopên netewî, bîranînên netewî yên bi êş jî ji bo ser pê sekinandina gel, xwedî bandoreke mezin in. Mîna nirxên cejn, pîrozbahî, dilşadî û xweşiyê, herwiha nirx û bîranînên bi êş û şînî jî çîmentoya hişê netewebûnê ne. Xwedîderketina wan, xwedîderketina siberojeke tendurist, bi wate, bi moral û zîndî ya neteweyî ye. 

Eger xelkek xwedî li êşên xwe û bîranînên mirî û şehîden xwe dernekeve, nikane xwedî li sax û zindiyên xwe jî derkeve û nikane tama dilşadî û xweşiya jiyanê bistîne. Xwedîderketina li tirb û bîranînên şehîdan erkeke netewî û mirovî ye…