Li bajaroka Şarezûr di pêşangehekê de êşên dayik û zarokên Kurdan, herwiha xweza hate pêşandan.
Li Green Gelariya li bajarokê Şarezûr ê ser bi Silêmaniyê, pêşangeheke hunerî ji bo 15 şêwekeran hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Şarezûrê ve hatiye vekirin. Di pêşangehê de 50 tablo hatin pêşandan.
Hinek tabloyan êş û azarên zarok û dayikên Kurd ên ji ber êriş û dagirkeriya li Kurdistanê nîşan dida. Herwiha tabloya Mihemed ê Rojavayî ku di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû jî hate nîşandan. Hinek tablo jî li ser xwezayê bûn.
Şêwekar Lave Kamîl bi 11 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye. Lava têkildarî beşdarbûna jinan a li pêşangehê got; “Beşdarbûna jinan li çalakiyên wiha, gelekî baş e. Her kes dikare bê bi firçeyên xwe azadiya xwe derbibirre.”
ROJNEWS/ŞAREZÛR