Beriya bi çend saetan: Konferanseke xweşikok di navbera Wezîrên Karê Derve yên Fransa, Ingilîstan, Elmanya û Tirkiyê de çêdibe. Hêvî dikin ku têkiliyên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de dîsa baş bibin ku alî di warê tûrîzmê de dîsa ji hev sûdê wergirin, û rewşa li Sûriyê jî di dema Krîza Covid-19’ê de jî hinekî li ber çavan bigire.

Beriya bi sê mehan: Terora li Hanauyê weke hîna nû dohî qewimîbe. Di navbera kanon û dewamîbûna nijadperestiya klasîk a Elman de careke din êrişkarekî “munferîd” xwe wezîfedar kir da ku ne mirovên bê guneh bikuje – gunehê wî xistî stûyê wan: Nespîbûn.

Îro: Ibrahîm Demir, Kurdekî ji Midyadê yê bi seqetiyên bedenî, yê li Dortmundê dimîne, bi hovane bi lêdanê tê kuştin, bi destê Tirkekî faşîst yê ku bi awayekî eşkere alîgirê tevgera nijadperest a Tirk a Ulkucuyan e. Tenê bi hewldanên çalakgerên Kurd hem doz û hem jî sedema muhtemel a kujer eşkere dibin: Hesabê tohmetbarî yê Facebookê tê parvekirin, tevî agahiya ku wî berê gelek caran zordarî li Ibrahîm kiriye, gef lê xwarine û aciz kiriye. Gelo ev karê hanê yê agahdarkirina raya giştî nehata kirin, em ê ji vê meseleyê û ya hatî serê Ibrahîm agahdar bûna? Mirov naxwaze li vê bihizire.

Elaqeya van hersê bûyerên van çendan bi hev re çi ye? Hersê jî mijarên girîng in, di hersêyan de jî kuştina ji ber sedemên siyasî heye û Kurdan mexdûr dikin. Lê belê ew êşa taybet a Kurdan a di van hersê meseleyan de jî hema hema hîç nayê dîtin, behsa wê nayê kirin.

Mesela, dewleta Tirk ha nihakê avê li ser herêma Hesekê dibirre da ku bi milyonan penaberên nav Sûrî yên li herêmê bê av bihêle, wan ji tîna bikuje, ji bo Wezîrê Karê Derve yê Elman Maas û hevpîşeyên wî ne babeteke hêja ye mirov behsa wê bike. Wekî din jî ji bo wan ne hêja ye mirov li ser meseleyeke din jî bipeyive; di vê dema bellavbûna krîza Covid-19’ê de li herêmên Kurdan ên li Sûrî ji bilî Heyva Sor a Kurd ti rêxistina din a insanî ya çalak nîne. Girêdana van halan a yekser bi tepisandina hebûna siyasî ya Kurdan û xwerêveberiya wan jî nayê dîtin, lewma bi destê dewleta Tirk û pê re jî hevgirên wê ev tepisandin dibe. Maas û Çavuşoglu şad û bextewer lihevkirî behsa wê yekê dikin ku ew dixwazin her tişt baştir bibe.

Li Hanauyê heman lîstîk heye. Mexdûr û qetilkiriyên Kurd ên êrişa nijadperest weke Tirk hatin sinifandin, di merasîmên şînê û xwepêşandanan de jî behra alayên Tirk hebû têra xwe gotinên rayedarên Tirk, ji Erdogan heta bi konsolosê giştî. TRT diçe serdana birîndaran û mekîneya propagandayê ya Tirk çerxên xwe heta îro jî bi lez digerîne. Lê belê ne xema kesî ye ku bi vî rengî nijadperestên Tirk xwe li nûneriya mexdûr û qetilkiriyên Kurd ên nijadperestiya Elman datînin. Ya ku di pirraniya rojnameyên postmodern û dilxwazên întegrasyonê de diyar ew e ku lihevkirinek heye: her kesê li ber îdîaya nûneriya Meclîsa Navendî ya Mislimanan û DITIBê rabe propagandîstên îslamofob in. Bi vî awayî êş û mexdûriya Kurdan beramberî nijadperestiyê û faşîzmê ne rast tê dîtin û ne jî rast di peywendekê de tê bicihkirin.

Vêca em li bûyera Ibrahîm binihêrin. Di vê bûyerê de weke sedema qetilkirina Ibrahîm ya ku divê mirov bi awayekî xurt zenê jê bike, şideta nijadperest û ya li dijî seqetan e. Weke kêm dîtina mirovên seqet di tevgerên faşîst ên weke Gurên Boz de ku tohmetbarê qetilkirina Ibrahîm jî ji dilsozên wan e, rêûresmek e. Gava ku mirov li vê kategoriyê Kurdan jî zêde dike ku weke mirovên weke vî tohmetbarî wan weke mirovên çiyê, weke “çingene” yan jî xirakerên aramiyê yên genetîka wan kêmnirx dibînin, hingê li ber destê me resmekî dijmîn ê temam çêdibe. Herçî bûyera qetilkirina Ibrahîm e, û ez behsa sedemên qetilkirinê jî nakim, mirov haydar nabe heger daxuyaniya Ulla Jelpke, gotara Nick Brauns di Junge Welt de yan jî nûçeya di ANF’ê de nexwîne.

Lihevrasthatina nijadperestiya li dijî Kurdan a rojane û li ser zemînekî navneteweyî pêk tê, ev lihevqelibîna ku ji korbûneke nijadperestî, siyasetên ewlekariyê û dîplomatîk a beramberî zilma Kurdan çêdibe, hîna jî mijareke di qul û qewêran de mayî ye. Şer û aştiya li Sûrî hîna jî meseleyek in ku ti gotina Kurdan tê de nîne, nivîskarên întegrasyonê yên Tirk ên ku têkiliyên wan ên gumanbar hene bi DITIB û Milli Goruşê re gotara li ser întegrasyonê diyar dikin û qetilkirina Kurdekî li Dortmundê jî tenê têbîniyeke ji bo wan kesên di nava medya civakî ya Kurd de ne. Ya xuya ew e ku êşa Kurdan ji berê ve eyarkirî û siwarkirî ye, tebîî ye, lê binavkirin û teşhîrkirina vê êşê bi xwe mutleq kêmdîtî ye.

Ev bûyer divê bi bîra me bixin ku analîz û miamelekirina bi nijadperestiya li dijî Kurdan a li Elmanyayê, çi Tirk, çi Ereb, çi Faris û çi jî Elman bikin, ji bo me li pêş bin. Piştgirî di heman demê de analîza bi hûrgilî daketina bi mijarê ye; ji bo çi ser şideta li dijî Kurdan di van mijaran de tê girtin, heta tê înkarkirin, û çima zilma li wan tê kirin bê ziman û deng e. Belkî jî ew duberebûna ziman û bûnê ye ku hinek li vir divê bêhtir behsa wê bikin.

* Dastan Jasim zanyara siyasetê ye ku ji 2017'an ve li Înstîtuya ji bo Lêkolînên Aloziyên Navneteweyî ya Heidelbergê, li aloziyên siyasî û serên li Sûrî û Iraqê lêdikole.